‘Zîhniyeta Ozgecan û Kader qetilkirin heman e’
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan ji malbata Ozgecan Aslan re sersaxî xwest û hat destnîşankirin ku ji qetilkirina Aslan dewlet û hikûmet berpirs e.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan der barê qetilkirina Ozgecan Aslan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tecawiz û cînayet hatiye lanetkirin û ji her kesê ji bûyerê berpirs bila hesab bê pirsîn.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kujer ji dewletê cesaretê digirin û wiha hat gotin: “Rojê bi dehan jin rastî tecawiz, taciz, şîdet û mirinê tên. Ev sahneyên ku li sînorê vê dewletê tê jiyîn weke normal û mirovan matmayî nahêle pêk tên. Wisa ye ku wezîrên hikûmeta AKP’ê dibêjin jinên rastî qetilkirinê tên, tehrîk dikin. Zîhniyeta ku Kader Ortakaya û Ozgecan Aslan qetilkiriye heman e.”
Koordînasyona Komelên Jinên Ciwan ji malbata Ozgecan Aslan re sersaxî xwest.