Jinên Kurd ên li paytexta Rûsyayê Moskowa dijîn di pêşengiya Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê “Viyan” bi daxuyaniyeke nivîskî Komploya Navneteweyî a 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat şermezar kirin.
Di daxuyaniya Organîsazyona Jinên Kurd ên Moskowa “Viyan” de wiha tê gotin:
“Me 16’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya ku li hember Rêbertiya me hatiye pêşxistin li pişt xwe hişt. Em Komploya Navneteweyî ya ku di dîroka azadiya gelê Kurd de wek roja reş û roja qirkirina gelê Kurd tê nasîn û hêzên ku ev komplo dane pêşxistin bi tundî şermezar dikin. Dîsa em berxwedana Rêbertiya me ya ku li hember Komploya Navneteweyî hatiye pêşxistin silav dikin û şehîdên me yê qehreman ên ku li derdora Rêbertiya me xwe kirin çemberek ji agir bi minet û rêzdarî bibîr tînin.
Gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Aştî, demokrasî, aramî, serketin û parastina hemû nirxên neteweyî jî di azadiya Rêber Apo de dibînin. Çawa ku Kurdan Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo, wekî komploya li hemberî nasname û hebûna xwe qebûl kir, azadiya xwe û xelasiya xwe jî di şexsê Rêber Apo de dibînin. Gelê Kurd ji ber vê bîr û baweriyê, ji ber vê evînê piştî komploya 15’ê Sibata 1999’an li zindanan, li çiya, li kolanan, li Ewropa, li Rûsya û hemû cihên ku lê dijîn rabûn ser piyan û ketin nava çalakiyan. Li hin cihan agir berdan bedena xwe û komplaya navneteweyî şermezar kirin. Li hin cihan rabûn serhildanê. Li hin cihan bi mehan ketin rojiya birçîbûnê.
Armanca Komploya navneteweyî, me ji avakerê Kurdê azad qut kirin û dîsa di nava gelê Kurd de perçebûyîn dana avakirin bû. Digotin; ‘Ger Ocalan bê girtin wê PKK’e tasfiye bibe, rêxistina gelê Kurd belav bibe.’ Serî li rêbazên komploker dan. Lê mixabin ne gihiştin armanca xwe, bi sekna Rêber Apo ya li hember komploya navneteweyî cesaret da me û hişt ku em ji her demê zêdetir xurttir bibin. Ya girîng jî Rêbertiya me, bi vê sekna xwe ya bêhempa ne tenê ji bo gelê Kurd tenê ji bo hemû gelên bindest bû hêviya jiyanê. Ji ber vê yekê mirov dikare bi hesanî bêje ku komploya 15’ê Sibatê negihaştiye armanca xwe û vala hatiye derxistin.
Di hişê hêzên sermayedar de ev yek heye; dîrok tenê ji bûyerên xwe dubare kirine pêk tê. Ger wê bîranîneke Kurdan jî bimîne bila tenê bîranîna komkujî, tinekirin û kuştinê be ji ber vê jî roja 15’ê Sibatê weke destpêka xefkê û komployê hatiye hilbijartin. Ev yek di Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo hate pêkanîn de bi awayekî aşkera derketiye holê.
Îro êrîşên li ser Kobanê û Şengalê jî bi heman komployê ve girêdayî ye. Lê Rêber Apo her çendî di nava çar dîwaran de ye, berxwedaneke bêhempa nîşan daye û dewleta Tirk aniye ber lingan û rastiya xwe bi raya giştî ya navneteweyî daye qebûlkirin
Di çalakiyê şermezarkirina Komploya navneteweyî de jina Kurd her dem li rafên pêş de cihê xwe girtiye û bi hemû hêza xwe ve ev roj lanet kiriye. Di diroka mirovahiyê de cara yekeme ku jin, bi pêşengiya Rêber Apo ve xwe nas kiriye û ji bo mafên xwe biparêze tevlî rafê tekoşînê bûye. Jin bi saya Rêber Apo ferî jiyana azad bûye. Jinên Kurd êrîşên ser Rêber Apo ti carî qebul nekiriye û nake jî. Em ji bo dawî li komploya navneteweyî bînin û azadiya Rêbertîya xwe misoger bikin em ê di nav tekoşînê de bin. Bi ava kirina jiyana Azad em ê girêdana xwe bi Rêbertî û şehîdan bidin xuya kirin û komployê cardin vala derxin.
Wek Organîzasyona Viyan helwesta me ya berxwedanê wê wek helwesta rê hevalên me û cangoriyên welatên me Zîlan, Bêrîtan, Viyan, Sakîne û Arîn be. Ji bo ku em azadiya Rêbertiya xwe misoger bikin em ê di xeta Rêbertiya xwe de israr bikin. Em ti carî fêrî zirûfê pergala îşkenceya İmraliyê ya ku Rêbertîya me dîl girt nebûn û emê fêr jî nebin. Heyanî ku ev merhele bi azadiya Rêbertiya me û gelê me ve bi encam nebe, em bi biryar in ku rastiya vê pergalê ji holê rakin. Dîsa em xwedî idîayek mezin in ku polîtîkayên îmha û înkarê yê ku dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê ya ku hêza Komploya Nevneteweyî ya dawî mayî dide meşandin vala derxin. Yê ku bi ser bikeve û misoger bibe teqez wê azadiya Rêbertiya me be.
Em bang li gel û jinên Kurd dikin ku têkoşîna azadiyê bilindtir bikin. Cardin bi sozdayîna ku em ê Rêbertiya xwe azad bikin, em bang li gel û jinên Kurd dikin ku polîtîkayên AKP’ê ên gemar ên hewl dide Komploya Navneteweyî bi israr bi rêbazên cuda cardin bixe dewrê û berdewam bike, teşhîr bikin û divê gelê me ji her demê bêhtir xwedî li berxwedana Rêbertiya me derkeve."