Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan, di daxuyaniya xwe ya li ser 16. salvegera komploya navneteweyî de got, "Em bang li tevahiya jinên ciwan ên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê dikin, ku her qadê veguherînin qada serhildanê, li refên herî pêş ên têkoşîna azadiyê cih bigirin û 15'ê Sibatê li hêzên komploker bikin rojeke tarî."
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û komplo lanet kir. Komalên Jinên Ciwan da zanîn ku xeta Apoyî nehiştiye komploya navneteweyî bigihêje armanca xwe û diyar kri ku sîstema bi serdestiya mêr a 5 hezar sal in li cîhanê serdest e, xwedî karaktera komploker e. Koordînasyona Komalên Ciwan da zanîn ku ev yek di her demê de xwe bi rengekî cuda dewam dike û destnîşan kir ku hedefa destpêkê ya vê yekê hêza pêşengê civakîbûnê jin e.
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan ragihand ku di sala 2015'an de mîna mejiya van hêzan wê dîwarên zîndana Îmraliyê parçe bibin û got, "Ev komplo di roja îro de hewl dide bi awayekÎ cuda bidome. Êrîşên li hemberî Şengal û Kobanê, êrîşên hêzên talanker ên emperyalîst in, ku li dijî xeta azadîparêziya jinê ya Rêber Apo tên kirin.
Lê belê jina leheng li hemberî van êrîşan ti carî têk neçûye û tempo û xeta têkoşîna Rêbe Apo meşandiye û her carê ev êrîş pûç kiriye. Xeta serketinê ya YPJ'ê, xeta têkoşînê ya Rêber Apo ye. Çawa ku di destpêka komployê de Rojbînan, Ronahiyan, Evrîman li dora Rêbe Apo xeleka ji agir çêkrin, li Kobanê Arîn, Jiyan û Kaderan di heman xetê de ji bo parastina nirxên Rêbertiyê afirandiye, têkoşîneke bêhempa meşandine û zîhniyetê serdestiya mêr têk birine."
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan da xuyakirin ku di salvegera 16. a komploya navneteweyî de jinên ciwan wê hesap ji hemû hêzên komploker bipirsin û got, "Em soz didin ku vê salê bikin sala bi temamî qedandina komployê û hevdîtina bi Rêbertiyê re. Em hemû rêhevalên xwe yên jin ên leheng ku di 15'ê Sibatê de bedena xwe dan ber agir bi rêzdarî bibîr tînin, em ê têkoşîna wan dewam bikin. Li ser vê bingehê weke Komalên Jinên Ciwan, em bang li tevahiya jinên ciwan ên li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê dijîn dikin ku her qadê veguherînin qada serhildanê, li refên herî pêş ên têkoşîna azadiyê cih bigirin û 15'ê Sibatê li hêzên komploker bikin roja tarî."