'Bi ruhê serketinê em li Strasbourgê bin'
Jinên ji 4'ê Sibatê û vir ve bi pêşengiya TJEK ji bajarê Swîsre Bernê ber bi bajarê Fransa Strasbourgê ji bo azadiya Ocalan dimeşin, ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kirin.
Jinên ji 4'ê Sibatê û vir ve bi pêşengiya TJEK ji bajarê Swîsre Bernê ber bi bajarê Fransa Strasbourgê ji bo azadiya Ocalan dimeşin, ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kirin.
Jinên ji 4'ê Sibatê û vir ve bi pêşengiya TJEK ji bajarê Swîsre Bernê ber bi bajarê Fransa Strasbourgê ji bo azadiya Ocalan dimeşin, ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kirin. Jinan dan xuyakirin ku di rewşa heyî de azadiya fîzîkî ya Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd jib o hemû gelên bindest gelekî girîng e.
'BI SED HEZARAN KESÎ RE DIVÊ EM AZADIYÊ BIQÎRIN'
Ji nûnerên Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Rojda Yildirim a 9 roj e dimeşe, da xuyakirin ku di asta heyî de êdî jin, Kurdistanî, dostên Kurdan û hemû gelên bindest, dîlgirtina fîzîkî ya Ocalan qebûl nakin. Yildirim diyar kir ku dem hatiye ev neheqiya beriya 16 salan hatiye kirin ji holê bê rakirin û got, "Ji bo ji holê rakirina vê neheqiyê weke jin, ji 4'ê Sibatê û vir ve em li qadan daxwazên xwe yên azadiyê tînin ziman. Li dû vê meşa azadiyê ya ji sê baskan ve tê lidarxistin, divê em di 14'ê Sibatê de van daxwazên xwe yên azadiyê li gel 100 hezaran kesî biqîrin."
'HEMÛ GELÊN BINDEST PÊWÎSTE XWEDÎ LI OCALAN DERKEVIN'
Yildirim da xuyakirin ku sîstema li ser bingeha felsefeya Ocalan tê xwestin were avakirin di nava gelan de bersiva xwe dîtiye û destnîşan kir ku Ocalan veguheriye rêberê hemû bindestan. Yildirim anî ziman ku ji bo pêşeroja hemû gelan Ocalan bûye lîderekî pêwîstî pê heye û got, "Herî dawî berxwedanên Şengal, Kobanê û Kurdistanê nîşanî me da ku Rêber Apo ji bo gelan bi qasî hilmgirtinê girîng e. Lewma, di 14'ê Sibatê de ne tenê gelê Kurd em dixwazin her kesên dixwazin bi însanî bijîn, xwedî l Rêberê me derkeve. Em hemû bi hev re dawî li dîlgirtina fîzîkî ya Rêberê me yê azad, bînin."
'DIVÊ ELEWÎ PARIYÊN XIZIR DIYARÎ OCALAN BIKIN'
Yildirim bibîr xist ku Elewî di meha Xizirê de ne û 14'ê Sibatê jî li roja rojiya Xizir rast tê û got, "Di rojeke bi vî rengî de ez bawerim ku divê hemû Elewî pariyên Xizir diyarî Şengal, Kobanê û Rêber Apo bikin. Ji ber ku baweriya Xizir, tê wateya hatina biharê û di heman demê de çanda alîkarîdayîna ji mirovên di nava zor û zehmetiyê de ye. Ji bo me, Xizirê me Rêberê me ye. Ezi dixwazim hemû Elewî bi vê têgihiştinê beşdarî meş û mîtîngê bibin û komploya navneteweyî şermezar bikin. Ji bo meşa bi Rêbertiyê re û rakirina mercên fîzîkî yên dîlgirtinê, divê her kes bi ruhê serketina Kobanê re di 14'ê Sibatê de li Strasbourgê be."
'JI BO PÊŞEROJA GELAN GIRÎNG E OCALAN AZAD BIBE'
Endama Tevgera Jinên Kurd a Elman Ann-Krîstîn Kowarsch a ku 9 roj in di meşa azadiyê de cih digire, da zanîn ku meşa ji sê baskan a ji bo azadiya Ocalan xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Kowarsch da xuyakirin ku ji ber muzakereyên li Trikiyeyê û pêşeroja gelên li Rojhilata Navîn divê tavilê dawî li dîlgirtina fîzîkî ya Ocalan bê anîn û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê û Şengalê, moraleke mezin daye jinên ev 9 roj in li qadan azadiyê diqîrin.
'PÊWÎSTE HER KES LI STRASBOURGÊ BIN'
Kowarsch da zanîn ku di nava meşa 9 rojan de jinan ji aliyê dîplomasiyê ve gelek hevdîtin kirine û ev hevdîtin erênî derbas bûne û got, "Ji bo daxwazên jinan ên bi rojane bi her zimanî diqîrin bersivê bibînin, pêwîste her kes di 14'ê Sibatê de li Strasbourgê bin." Kowarsch banga tevlîbûna xurt a li meş û mîtînga li Strasbourgê kir.
'ME BI CIWANTÎ DESTPÊ KIR EM Ê BI CIWANTÎ BI SER BIKEVIN'
Sara Amara ya li ser navê jinên ciwan beşdarî meşa azadiyê bû, destnîşan kir ku divê weke tevgera ciwanan ew xwedî li Rêbertî, gelê Kurd û Kurdistanê derkevin. Amara da zanîn ku divê jinên ciwan, rola azadiyê ya Ocalan esas bigirin û rola pêşengiyê bilîzin û got, "Bi tevlîbûna li meşa 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê û bi roleke aktîf a di xebatên ciwanan de em dikarin vê bikin. Me bi meşa azadiyê re dengê xwe gihand cîhanê, xwest Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û nîşan da ku berxwedana Kobanê û Şengalê bêxwedî nînin."
Amara diyar kir ku wan bi ciwantiyê dest bi meşa azadiyê kirin û ew ê weke ciwan bi ser bikevin û got, "Li dijî jiyana bêwate ya li Ewropayê em jiyaneke bi wate bijîn. Bi dirûşma 'Kapîtalîzmê nejî û nede jiyîn' em beşdarî meş û mîtînga li Strasbourgê bibin."