TJKE: Em bi xurtî tevlî meşa li Strasbourgê bibin
TJKE, der barê 16. salvegera komploya navneteweyî de daxuyaniyek da û ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê banga tevlîbûneke xurt kir.
TJKE, der barê 16. salvegera komploya navneteweyî de daxuyaniyek da û ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê banga tevlîbûneke xurt kir.
TJKE, der barê 16. salvegera komploya navneteweyî de daxuyaniyek da û ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê banga tevlîbûneke xurt kir.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bibîr xist, ku di ser revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî re 16 sal derbas bûne. TJKE da zanîn ku bersiva li agirbesta PKK û Rêbertiya wê di 1'ê Îlona 1998'an de ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd îlan kir, organîzekirina komployeke navneteweyî bû, ku di kesayetiya PKK û Rêbertiya wê de xwestin hebûn û nasnameya gelê Kurd tine bikin. TJKE got, "Ji 9'ê Cotmehê roja Rêbertiya me ji Sûriyeyê derket û heta 15'ê Sibatê, hemû navendên şer ên li ser rûyê erdê bûn yek, bihostek ax jî nehiştin ku pê lê bike û bi rêbazên li derveyî mirovahiyê re Rêber Abdullah Ocalan revandine Tirkiyeyê.
Projeya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, ku PKK ji sala 1993'an û vir ve dimeşîne, ji aliyê rantxurên şer ve her carê vala hatiye derxistin. Her carê xwestin şerê Kurd û Tirkan biafirînin û hewl dan îdeolojiyeke neteweperest a ji her du aliyan rê li ber mirina bi hezaran mirovî veke, bê empozekirin. Di şexsê Kurdistanê de ku dil û navenda Rojhilata Navîn e, kevirên şerekî mezin kêlî bi kêlî hatine bicihkirin."
TJKE da zanîn ku modela sîstema konfederal a demokratîk a paradîgaya ji modela jiyana demokratîk û ekolojîk û azadiya civakê bi azadiya jinê ve girê dide esas digire, alternatîfeke ku hemû lîstik û şerên mezin asteng dike û got, "PKK û Rêber Apo, li ser bingeha biratî û yekîtiya gelan, rêxistinbûyîna hemû nasname, çand, etnîk û mezheban bi reng û dewlemendiya xwe esas girtiye. Rêveberiya cewherî û vîna cewherî ya gel derxistiye holê, pîvanên azadiyê li nava civakê bi pêş xistiye û bi vî rengî komplo bêwate kiriye. PKK û Rêbertiya wê gerdûnî bûye.
Ev gerdûnîbûn, di şerê ji bo parastina rûmeta mirovahiyê de li Şengal, Kerkûk, Mexmûr, Kobanê û Rojava yê lid ijî çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê, gihandiye serketina berxwedana mezin. Di asta heyî de hem li PKK'ê hem jî li Rêbertiya wê moreke bêwate ya terorîzmê heye. Biryara vê morê êdî di destê yên ev biryar stendine de weke şop û gemariyekê disekine.
Azadiya Rêbertiya me çareseriya pirsgirêka Kurd e, çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya Ocalan e. Rêbertiya me bi teza Kurdistanê mêtînger e ku gotina destpêkê ya ronakbîriya Kurd e, berdêla destnîşankirina hebûna Kurdan, bi berxwedan û têkoşîneke mezin daye û aniye roja îro. Di rewşa heyî de herçend înkara gelê Kurd ji holê hatibe rakirin jî heta Rêbertiya me azad nebe, azadî û parastina hebûna gelê Kurd wê nîvco bimîne. Lewma azadiya Rêbertiya me, ji bo azadiya tevgera jinên Kurd sedemeke nebe nabe ya têkoşînê ye."
TJKE diyar kir ku mejî, wijdan, azadî, çanda bi hezaran salan, rûyê ronî yê gelê Kurd Ocalan bi xwe ye û got, "Lewma dîlgirtina ji sala 1999'an û vir ve li ser Rêberê Gelê Kurd hatiye ferzkirin, li hemberî gel û jinên Kurd hatiye kirin. Ji bo şikandina vê yekê, roj ev roj e. Bi bîr û baweriya; li cihê me azadiya xwe lê windakirin, di kesayetiya Rêbertiya xwe de em ê bibînin, em li qada çalakiyan e.
Ji bo azadiya Rêbertiya me, ji sala 2012'an û vir ve jin û gelê Kurd ji pêvajoyeke çalakiyan û kampanyayê re pêşengî kirine. Ji bo azadiya Rêbertiya me li 8 welatan, li 69 navendan tûra otobusê hatiye lidar xistin. Di bin serma -15 pileyî de ji Cenevre heta Strasbourgê meşa dirêj hat lidarxistin. Greva birçîbûnê ya 52 rojan a bêdem hat meşandin. Bi mîlyonan îmze hatin komkirin. Û çalakiya nobedê ya bêdem a li ber Konseya Ewropayê ku di sala xwe ya sêyemîn de dewam dike, hat organîzekirin. Bi van çalakiyên bênavber re em her tim daketin kolanên Ewropayê, me heman daxwaz anîn ziman û li cihê gotin lê qediya, me çalakî lidar xist. Bi heman armanca û hêviyê me got, 'Ji Ocalan re Azadî-Ji Kurdistanê re Statu'. Îsal ji bo bicihhatina heman daxwazan, li gel şert û mercên dijwar ên zivistanê me ji sê eniyan ve ber Îmraliyê, bedena xwe kirin rêwiyê rêya dirêj."
TJKE got, "Ji ber vê yekê, beriya her tiştî wê jinên Kurd ji azadiya Rêbertiya me re pêşengiyê bikin" û di serî de jinên Kurd bang li tevahiya Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku di salvegera komployê de dest ji kar û barên xwe berdin, di 14'ê Sibatê de beşdarî meş û mîtînga li Strasbourgê bibin.
Di dawiya daxuyaniyê de herî dawî hat gotin, "Roj roja xwedîderketina li Rêbertiyê, roja kombûna li dora Wî ye. Bi pêşengiya jinê wê Rêbertî û gelê me azad bibe, wê cihê xwe yê bi rûmet ê li vê gerstêrkê bigirin û em bang li her kesî dikin ku destekê bidin doza mafdar a gelê Kurd û xwedî li Rêber Apo derkevin."