Li Eyaleta Hambûrg a Elmanya sibe 1,3 mîlyon hilbijêr diçin ser sindoqan. Di hilbijartinan de ku parlamenterên nû yên Meclîsa Eyaletê wê bên diyarkirin, siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr careke din ji Partiya Çep namzet e. Li gor anketan Partiya Çep a dengên xwe zêde kirine ji sedî 8,5 e û şansê hilbijartina Ozdemîr zêde ye.
Li Eyaleta Hambûrg a yek ji 16 eyaletên Elmanyayê ye. Îro roja hilbijartinan e. Beriya hilbijartinên ku wê 1,3 mîlyon hibjêr deng bikar bînin, li gor anketên dawî sosyal demokratan dengên xwe zêde kirine, dengên partiya serokwezîr Merkel CDU kêm dibin.
OZDEMÎR: EZ RASTÎ ELEQEYEKE ZÊDE HATIM
Siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr ku 4 salan li Parlamentoya Eyaletê ya Hambûrg parlamenterî kir îsal dîsa li Partiya Çap namzet e. Di hilbijartinan de ku Partiya Çep 17 namzet nîşan da Ozdemîr di rêza 7. de ye.
Di hilbijartinên 2011’an de Partiya Çep 8 parlamenter derxistibû. Di vê hilbijartinê de ku şansê Ozdemîr zêde ye, xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Ozdemîr a agahî dan ANF’ê got ku mal bi mal, semt bi semt digerin û bi taybet ji aliyê Kurdistanî-Tirkiyeyiyan rastî eleqeyeke zêde tê.
Ozdemîr da xuyakirin ku navendên çandê yên Suryanî, Ermenî û Elewiyan ziyaret dikin û got, “Her wiha em çûn saziyên civakî, komeleyên astengdaran, însiyatîfên sivîl. Ji her beşê eleqeyeke zêde heye. Bi taybet piştî lêpirsîna serdozgeriyê ji Elmanan û beşên cuda peyamên piştgiriyê hatin!
BERIYA HILBIJARTINÊ LI HEMBER OZDEMÎR LÊPIRSÎN!
Serdozgeriya Hambûrgê 13’ê Çileya 2015’an, teblîxat ji Seroka Parlamentoya Eyaletê Carola Veît û Cansû Ozdemîr re şandibû. Di teblîxatê de der barê Ozdemîr de hatibû gotin ku ji ber 13’ê Mijdara 2014’an di Facebook de wêneyê bi flamaya PKK’ê ya parlamentera Partiya Çep parve kiriye lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê CAhmet Turk cuda cuda hatibûn Hambûrgê ji bo Cansû Ozdemîr ji hilbijêran deng xwestibûn. Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç jî ji bo Kurdên li Hambûrgê dijîn gotibû: “Pêwîst e her kes mîna ew bi xwe namzet e bixebite.”
Di hilbijartinên sibê de civaknas Martîn Dolzer ê dostê Kurdan û tevgera azadiyê ya Kurd ji nêz ve dişopîne di lîsteya Partiya Çep rêza 8. de cih digire.