Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê kirin

Bi armanca şermezarkirna komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê li avahiya rêxistina DBP’ê ya Artûklûyê dest bi greva birçîbûnê ya rojekê kirin.

Li avahiya DBP’ê ya navçeya Artûklû posterên Ocalan û dowîzên bi nivîsa “Bê Serok jiyan nabe” hatin daliqandin.

Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê Celîle Ozen diyar kir ku divê Ocalan tavilê serbest were berdan û got, “Di kesayetiya Rêber Apo de tê xwestin ku pêşeroja gelê Kurd bê tarîkirin. Lê belê gelê Kurd ne ji Rêberê xwe ne jî ji doza xwe vedigere. Heta Rêber Apo azad nebe gelê Kurda azad nabe û wê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê li avahiya şaredariyê kevnekî mezin ê reş hat daliqandin.