KJK: Yekane rêya rawestandina qetilkirina jinan parastina cewherî ye
KJK’ê qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kir û da zanîn ku yekane rêya ku pêşî li komkujiya bigire ev e ku divê jin parastina xwe ya cewherî pêş bixin.
KJK’ê qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kir û da zanîn ku yekane rêya ku pêşî li komkujiya bigire ev e ku divê jin parastina xwe ya cewherî pêş bixin.
KJK’ê qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kir û da zanîn ku yekane rêya ku pêşî li komkujiya bigire ev e ku divê jin parastina xwe ya cewherî pêş bixin.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) qetilkirina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan ku rastî tecawizê hat û bi awayekî hov hat qetilkirin, şermezar kir. KJK’ê sekna jinên Kurdistan û Tirkiyeyê ya li dijî vê hovîtiyê silav kirin û ji malbata Ozgecan, hezkiriyên wê û hemû jinan re sersaxî xwest.
KJK’ê diyar kir ku di rojên buhrî de xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan li mînîbusekê siwar bûye û ji aliyê ajokarê wê ve rastî tecawizê hatiye û piştre hatiye qetilkirin. KJK’ê got: “Piştre bi hevkariya bavê xwe û hevalê xwe re cînayet pêk aniye.
Ev bûyera ku, bûyera sala buhrî li Hîndîstanê pêk hatiye tîne bîra mirovan, bi hezaran jinên Kurdistan û Tirkiyeyê rabûn ser piyan û xwedî li Ozgecan derketin. Dîsa gelek mêrên li dijî vê mînaka dawî ya çanda tecawiz û qetilkirina jinê gotine ‘Ger mêranî wisa be em ne mêr in’. Jinên li dijî qetilkirina Ozgecan hêrsa xwe daxistin kolanan, bi awayekî rast diyar kirine ku berpirs desthilatdariya siyasî ye. AKP ya ku neçar ma daxuyaniyek bide ev bûyera hov wek bûyerek ‘munferît’ bi nav kir.
CÎNAYETÊN JINAN SÎSTEMATÎK IN
Lê cînayetên jinan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne munferît in, bi awayekî sîtematîk pêk tên. Zêdebûna qetilkirina jinan a di salên dawî de ne tesaduf e, rasterast encama zîhniyeta hikûmeta AKP’ê ye. Hikûmeta AKP’ê di nava lêgerîna avakirina desthilatdariyek mêr a xezel de ye. Ji ber vê yekê di salên dawî de êrîşên mafên ku jinan bi têkoşînê bidest xistiye dikin. Jin tenê wek xizmetkarê mêr û wek amûra ku zarokan tîne dinê tê dîtin. Bi vî alî ji DAIŞ’ê ne cudatir e.”
HEMÛ QADA JIYANÊ TEHDÎD DIKE
KJK’ê destnîşan kir ku ev zîhniyeta desthildatdar a dijminê jinê ye îfadeyên pratîk û teorîk û çanda tecawizê xwedî dike û got: “Bi vî awayî li Tirkiyeyê zemîna qirkirina jinê tê avakirin. Çawa ku faşîzmê dikin civakî û bi ser Kurdan de dibin, zîhniyeta serdest a mêr jî bi ser civakê de dibin. Ji ber vê jî şîdeta li ser jinê her qadê jiyanê tehdîd dike.”
RAWESTANDINA KUŞTINAN DI PARASTINA CEWHERÎ RE DERBAS DIBE
Koordînasyona KJK’ê di dawiya daxuyaniyê de got: “Yekane rêya ku pêşî li kuştinên jinan bigire, parastina cewherî ye. Ji destilatdariyê çareserî payîn, xapandine. Li dijî êrîşên zîhniyeta serdest jin dikarin bi parastina xweser xwe biparêzin. Divê baş bê zanîn ku ti jin ji van êrîşan ne muaf in. Ji ber vê jî divê ne tenê bi giştî têbikoşin, xwe biparêzin. Divê bi awayekî aktîf pêşî li kuştinên jinan bê girtin. ji bo vê jî li her gund, taxê yekîneyên parastina xweser bên avakirin. Divê tedbîrên cuda bên girtin.”
Her wiha KJK’ê bang li hemû jinan kir ku li dijî qetilkirina Ozgecan dakevin kolanan û bibin pêşengên pêşxistina parastina xweser û însiyatîfa aktîf pêş bixin.”