Jinên Dêrsimî jı bo Ozgecan daketin kolanan
Jinên li Dêrsimê li hev kom bûn, ji bo Ozgecan Aslan a ku hate qetilkirin çalakiyek li dar xistin. Jinan diyar kirin ku berpirsên cinayetên hikûmet e.
Jinên li Dêrsimê li hev kom bûn, ji bo Ozgecan Aslan a ku hate qetilkirin çalakiyek li dar xistin. Jinan diyar kirin ku berpirsên cinayetên hikûmet e.
Jinên li Dêrsimê li hev kom bûn, ji bo Ozgecan Aslan a ku hate qetilkirin çalakiyek li dar xistin. Jinan diyar kirin ku berpirsên cinayetên hukûmet e.
Jinên Dêrsimî bi armanca protestokirina qetilkirina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan a ku li taxa Tarsûsa Mêrsînê hate qetilkirin, li hev kom bûn. Jin li Kolana Sanatê li hev kom bûn û ber bi Bîrdariya Azadiyê ve meşiyan.
Li vê derê Fatoş Kargin Taşkale li ser navê jinan daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Em kujerên Ozgecanê baş nas dikin. Kujerên wê zilam, dewlet û daraz e. Hemû saziyên dewletê yên ku pêşî li qetilkirina jinan nagirin, kujeran fihêl dikin hevkarên kuştinên jinan in.”
KUJEREKÎ DIN Ê OZGECANÊ HÛN IN
Taşkale destnîşan kir ku van demên dawiyê kuştinên jinan zêde bûne û got: “Li malê, li kolanê, li cihê kar û heta di minîbûsan de jî jin rastî tundiyê tên, bi mirinê re rû bi rû ne. Hevserên me, bavên me, birayên me di bin navê namûsê de me dikujin.”
Taşkale bang li Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û hikûmeta AKP’ê jî kir û got: “We kuştina Ozgecanê pêk anî, ev encama newekheviya we ye. Em ji wekîlên AKP’ê yên digotin tecawizkar jî bi qasî qûrbanên tecawizê bêguneh in, hene, em ji wan dipirsin: Gelo ma yek ji kujerên Ozgecanê ne hûn in? Yên ku cesaretê didin zilaman ne hûn in?”
RÊ GIRTIN
Girseya jinan piştî daxuyaniya çapemeniyê Rêya Ozgurlukê girtin û dirûşimên “Zilam dikuje, dewlet wan diparêze”, “Jin jiyan azadî”, qîriyan û çalakiyeke 5 deqeyî ya rûniştinê pêk anîn. Jinan piştî çalakiya rûniştinê gul danîn ber Peykerê Azadiyê û mûm pêxistin.