KJA: Em tevlî ji nû ve avabûna Kobanê bibin
KJA da xuyakirin ku ew ê bi awayekî çalak beşdarî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibe û bang li derdorên neteweyî û navneteweyî kir, ku destekê bidin vê pêvajoyê.
KJA da xuyakirin ku ew ê bi awayekî çalak beşdarî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibe û bang li derdorên neteweyî û navneteweyî kir, ku destekê bidin vê pêvajoyê.
KJA da xuyakirin ku ew ê bi awayekî çalak beşdarî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibe û bang li derdorên neteweyî û navneteweyî kir, ku destekê bidin vê pêvajoyê.
Kongreya Jina Azad (KJA) der barê pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Kobanê û hêzên parastina wê YPG/YPJ'ê bi berxwedan û têkoşîneke bêhempa ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst, mizgîniya serketinê bi heybetî dane gelan." KJA diyar kir ku DAIŞ'ê êrîşî nirxên hevpar ên mirovahiyê kiriye û qirkirina çandî ferz kiriye û ragihand, ku van çeteyan xwestine nirxên dîrokî û çandî ji holê rakin.
Di daxuyaniyê de hat iyarkirin ku berxwedana li Kobanê banga li wijdan û mirovahiyê ye û divê bi vî rengî ji aliyê dîrokî ve were nirxandin. Daxuyaniyê wiha dewam kir:
'GELÊ BAKUR TEVKARIYEKE GIRÎNG LI SERKETINÊ KIR'
"Jin, gelê me yên li Bakurê Kurdistanê û hemû derdorên demokratîk, ku di asta herî bilind de beşdarî vê berxwedanê bû, bi heman heybetiyê sînorê Pirsûsê neterikandin û bi vî rengî hem xwedî li gelê me yê neçar ma cih û warên xwe biterikîne derketin, hem jî di serketina berxwedanê de tevkariyeke girîng kirin. Bi deh hezaran Kobaniyî, jin zarok ji her demî neçar man xaka xwe biterikînin. Bi hêviyeke mezin li benda azadbûna Kobanê û vegera li xaka xwe ne."
KJA diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê hemû nirxên mirovahiyê û qadên jiyanê yên nekarî bi dest bixe, ser û bin kirin û got, "Em dixwazin Kobanê bi hev re ji nû ve ava bikin."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelê Kobanê dest bi vegera li cih û warên xwe dike û hat gotin, "Ya ku dikeve ser milê tevahiya mirovahiyê, xwedîderketina li vê sekna bi rûmet, hurmetdayîn, naskirina hebûna cewherî û beşdariya li ji nû ve avakirina Kobanê ye."
'BI RUHÊ JINÊ AVAKIRINA JIYANÊ'
KJA da zanîn ku di ji nû ve avakirina Kobanê de ew ê roleke aktîf û çalak bilîzin û destnîşan kir ku li dijî mejî modernîteya kapîtalîst, ew ê li ser bingeha feraseta modernîteya demokratîk, bi ruhê jinê li her qadê jiyanê ava bikin.
KJA her wiha bang li hemû rêxistin, sazî, karsaz, pîşesaz û hemû jinên hestyar ên neteweyî û navneteweyî kir, ku tevlî pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê bibin.