KCK: Dijminatiya li jinê xwe ji mejiyê AKP'ê xwedî dike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, cinawirên dijminê mirovahiyê yên Ozgecan Aslan qetil kirin bi tundî şermezar kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, cinawirên dijminê mirovahiyê yên Ozgecan Aslan qetil kirin bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Ev, xwe ji mejiyê AKP'ê yê jinê weke mirov nabîne, nasname û azadiya jinê qebûl nake û dijminatiyê li jinê dike, xwedî dikin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, cinawir û dijminên mirovahiyê yên dest avêtin Ozgecan Aslan û ew qetil kirin bi tundî şermezar kir, ji malbata Ozgecan Aslan, xizmên wê û hemû jinên têkoşer ên mafên wan tên binpêkirin re sersaxî xwest.

KCK'ê destnîşan kir, ku di kesayetiya Ozgecan de ya rastî destavêtinê hatiye û hatiye qetilkirin mirovahî hemû ye û got, "Careke din derketiye holê ku sîstema bi serweriya mêr a pênc hezar salî, di bin modernîteya kapîtalîst û rejîma olîgarşîk-faşîst a AKP'ê ya ku versiyoneke wê ye, derketiye kîjan astê."

'DIJMINÊ JINÊ HÊZA XWE JI MEJIYÊ AKP'Ê DIGIRE'

KCK'ê got, "Cinawirên dijminê jinê, kujerên sîstemê her roj dest diavêjin jinê û komkujiyan dikin" û wiha dewam kir: "Ev, xwe ji mejiyê AKP'ê yê jinê weke mirov nabîne, nasname û azadiya jinê qebûl nake û dijminatiyê li jinê dike, xwedî dikin.

Mêrê kole, heta ku li pêşberî jina azad nebûye li xwe nepirse, wê li pêşberî azadiya jinê her tim sûcdar û gunehkar be. Lewma, aasta azadbûna mêr û civakê yekser bi asta azadbûna jinê ve girêdayî ye. Bi jina azad re ancax demokrasî, sosyalîzm û pêşeroja azad a mirovahiyê dikare bê afirandin.

Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd Rêber APO bi hemû ked û ramanê xwe li ser azadiya jinê kûr bûye. Xet û kesayetiya jina azad a afirand, îro gihaştiye wê astê ku ji hemû jinên bindest ên cîhanê re pêşengiyê bike. Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê di serî de Şengal û Kobanê, têkoşîna li dijî faşîzma DAIŞ'ê û zîhniyetê serweriya mêr a pênc hezar salî dimeşîne, gelekî girîng û bi qîmet e."

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî bi dawî bû: "Pêwîste qetilkirina Ozgecan Aslan bi awayekî hovane, ji bo hemû jinên têkoşer ên Kurdistanî û Tirkiyeyî, ji bo hemû welatparêz, şoreşger û alîgirên mirovahiyê, weke sedema serhildanê bê dîtin. Bi vê wesîleyê em careke din ji malbata Ozgecan re sersaxiyê dixwazin, weke tevger soz didin ku ji bo bîranîna Ozgecan têkoşîna azadiyê xurt bikin."