Jin ji bo Ozgecan li qadan e

Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê li dijî qetilkirina Ozgecan Arslan jin daketin qadan û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin.

Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê li dijî qetilkirina Ozgecan Arslan jin daketin qadan û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin.

Li Edeneyê qetilkirina Ozgecan Arslan a li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê ji aliyê Kolektîfa Jinan a Zanîngehê û Pîrhebokên Kampusê ve bi meşeke hate şermezarkirin. Jinên kul i ber Bankeya Zîreatê ya Barajyolu kom bûn dest bi meşê kirin û di meşê de pankarta “We Ozgecan a me şewitand em ê li kolanan canê xwe biparêzin, Em ê ji qatilan hesab bipirsin” û dowîzên “Jin kulîlk in” “Em ê kuştinên jinan rawestînin” hati hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “Jin jiyan azadî” “Dê jin ji qatilan hesab bipirsin” hatin berzkirin. Di çalakiyê de kûmên pirhebokan a ku jinan dabûn li serê xwe bal kişand. Jinan li ber Duygu Kagayê daxuyanî dan û li ser navê jinan Melîke Avci axivî. Avci anî ziman ku qatlîamên li dijî jinan ji aliyê dewlet, çapemenî û pergala perwerdehiyê ve tên rewakirin û feraseta AKP’ê jinan tune dihesibîne.

Avci anî ziman ku ew ê weke jin qerîna Ozgecanê di îsyana xwe de mezin bikin û li kolanan hesab bipirsin.

Piştî daxuyaniyê jinan dowîza ku li ser “feraseta desthilatdar” nivîsandiye şewitandin û çalakî bi tîlîliyan bi dawî bû.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî endamên Meclîsa Jinan a KESK'ê ji ber jina berî sê rojan li Mersînê ji hêla ajovaneke ve hate qetilkirin li kolana Hunerê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de gelek saziyên sivîl û rêxistinên navçê yên HDP û DBP amade bûn. Jinan pankartên "Jin jiyan azadî", "Jin jiyan e jiyanê nekûje", "Heta jin azad nebe civak azad nabe" vekirin. Li ser navê girseya kom bû yî endama meclisê Gulnaz Sariyildiz daxuyanî xwend. Sariyildiz, da zanin ku ajakorê minîbûsê xwastiyê tecawûzî Ozgecan Aslan bike lê ji ber ku Aslan li ber xwe daye ajakor ew qetil kiriye. Sariyildiz, bibîrxist ku ev qetliam bîra qetiamên Şengal, Musul û Rojava tine bîra mirov. Sariyildiz, destnîşan kir ku zihniyeta AKP rê dide van qetliaman û wiha got: "Bi desthilatdariya AKP re rojê 5 jin tên qetil kirin. Li gorî sala di kuştina jinan ji sedî 37 zêde bû ye. Em dê wek jinên Rojava li dijî van qetliaman têbikoşîn. Em qet bê deng namînin û em dê hesab bipirsin."

Piştî daxuyaniyê jinan dirûşma "jin jiyan azadî" avêtin û dawî li çalakiyê anîn.

'TENÊ DI MEHA SIBATÊ DE 27 JIN HATINE KUŞTIN'

Meclîsa Jinan a Şaxa KESK'ê ya Amedê ji bo şermezarkirina qetilkirina Ozgecan Arslan a ku destpêkê hatî tecawiz kirin û paşê hatî şewitandin li ber AZC Plaza daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamên Şaxa KESK'ê ya Amedê, Meclîsa Jinan a KCD'ê endamên koma Anarşîstan tevlî daxuyaniyê bûn. Girseyê dowîzên li ser "Mêr dikuje, dewlet diparêze", "jinên tên qetilkirin serhildanên mene", "Êdî bes e" û "Em ne di taziyê de, di serhildanê de ne" hatin hildan. Di daxuyaniyê de bê navber diruşmên "Jin jiyan azadî", "Destên li jinan dikevin bişkên" û "Destên dirêjî Ozgecan ê bûne bişkên" hatin berzkirin. Li ser navê meclîsa jinan a Şaxa KESK'ê ya Amedê Muyeser Gulcemal daxuyanî xwend. Gulcemal balkişand ser zêdebûna kuştinên jinan yên di salên dawî de û got: "Tenê di meha sibatê de 27 jin hatine kuştin". Gulcemal diyar kir ku sîstema baviksalarî tundiya li dijî jinan bi dadgeh, çapemenî û bi hêza kursî kirine şeklekî sîstematîk. Ev zihniyeta rezîl bi gotinên Serokkomar Erdogan yên "Jin û mêr ne yeksanin , di fitrara jinan de yeksanî nîne" re derketiye holê. Gulcemal di dawiya gotinên xwe de balkişand ser tekoşîna jinan û wiha got: "Wê hêza rêxistina jinan ji bo civakan aştî, demokrasiya rastî û azadiyê bîne"

‘EM HEZKIRINA BI KUŞTIN NAXWAZIN’

Platforma Jinan a Edeneyê, bi meşekî li hemberî “Roja xoşewîstan” nerazîbûn nîşan dan û kuştinên jinan şermezar kirin. Jin ji Qada 5 Ocakê heta maşîneyên taqê ya ku Ozgecan Arslan hate revandin û piştre hate qetilkirin meşiyan. Jinan di meşê de pankarta "Hûn her dibêjin wekhevî tuneye jin tên qetilkirin. Wekhevî tunebe, edalet tunebe, hezkirin jî tuneye" hate hilgirtin. Di meşê de dirûşmên "Jin jiyan Azadî", "Jin azad be dê cihan biheje" hatin berzkirin. Jinan li ser riya Edene û Mêrsînê çalakiya runiştinê li dar xist û rê ji trafiqê re girtin. Piştî çalakiya runiştinê jinan meşa xwe domand û ber avahiya maşîneyên taqê daxuyanî dan. Li ser navê Platforma Jinan Seda Yuce axivî û got ku jiyana hemû jinan di xetereyê de ye û di meha çileyê de 27 jin hatine qetilkirin. Jinan di çalakiyê de diyar kirin ku ew hezkirina bi kuştin naxwazin.

Çalakiya jinan bi çepik û dirûşman bi dawî bû.

LI ENQEREYÊ JIN LI QADAN BÛN

Li Enqereyê gelek rêxistinên jinan li Guven Parkê hatin ba hev û qetilkirina Ozgecan Arslan şermezar kirin. Polîsan li vir nexewstin desturê bidin jinan ku çalakiyê li dar bixin l êli hemberî hêrsa jinan paşve ga vavêtin. Jinan di çalakiyê de pankarta “Em ne di şînê de ne em ê hesabê Ozgecanê bibirsin” verikin û dirûşmên “Jin jiyan azadî” berz kirin. Lİ vir li ser navê jinan Gamze Agaçaya axivî û diyar kir ku Erdogan û rêveberên AKP’ê kengî devên xwe vekin jin ji aliyê zilaman ve tên qetilkirin, rastî şîdetê tên, rastî tacîz û tecawizê tên.

LI ÊLIHÊ JI BO OZGECAN MEŞ

Jinên Egîtîm Sen'ê ya Êlihê qetilkirina Ozgecan Arslan a li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê hat tecawûz kirin û piştre hat qetîlkirin bi meşeke meşaleyî şermezer kirin. Jinên li ber avahiya Egîtîm Sen'ê kombûn û heta Parka Atatukê meşiyan. Jinên di meşê de dowîzên li ser "Ozgecan Arslan raperina me ye", "Jinên ku tên qetîlkirin îsyana me ye" û wêneyên Ozgecan Arsan hildan. Jinan di meşê de bê navber dirûşmeyên wek "Jin jiyan azadî","Mêr di kujê dewlet diparêze" û "Ozgecan îsyana me ye" berz kirin. Li ser navê jinan Hevseroka Egîtîm Sen'ê ya Êlihê Zelîfê Bulut daxuyanî xwend û diyar kir ku tundî û zextên li ser jinan di sadsala 21'an de bênavber berdewam dike û got ku ew tu çarî qêtîl kirina jinan qabûl nakin û heya tundiya li ser jînê bê rawestandin dê li qadan bin. Bulut anî ziman ku heya jin li kolanan bên qetîl û bi azadî jiyan nekin dê dewlet hesabê bide jinan.

LI ÎZMÎRÊ JIN JI BO OZGECAN LI QADAN BÛN

Qetilkirina Ozgecan Arslan li Alsancaka Îzmîrê ji aliyê hezaran jinan ve bi meşeke hate şermezarkirin. Jinên ku li ber Pastaxaneya Sevînçê kom bû pankarta “Dê hesabê Ozgecan bê pirsîn” vekirin û dowîzên “Şîdeta li dijî jinan rewşa şer e-KJA”, “Em ne di şînê de, di îsyanê de ne. Em ê hebasê Ozgecanê bipirsin-KJA” “Nivê şer jî nivê kedê jî em in” hilgirtin.

Dİ meşê de jinan dirûşmên “Kuştinên jinan polîtîk in” “Bijî berxwedana YPJ’ê”, “Jin jiyan azadî” “Em hezkirina dikuje naxwazin” berz kirin û biç epik û tîlîliyan qetilkirina Arslan şermezar kirin.