Ji bo xwegihandina Strasbourgê çend saet man
Jinên ji bo azadiya Ocalan dimeşin, di roja 9. de xwe nêzî Strasbourgê kirin. Dirûşmên ji bo azadiyê, li her bajarên meş jê derbas dibe, deng vedidin.

Meşa Azadiyê ya di 4'ê Sibatê de li bajarê Swîsre Bernê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) destpê kir, kêm maye bigihêje cihê fînalê Strasbourgê. Meşa roja 9. a 145 Kurdistanî û dostên wan, ku 115 jê jin e, danê vê sibehê li bajarê Fransa Ersteinê destpê kir. Çalakvan bi coşeke mezin ber bi Strasbourgê ve dimeşin.
Jinên ku bi rojane dimeşin û her bajarên jê derbas dibin bi rengê jinê û dirûşmên "Ji bo azadiya Ocalan û Kurdistanê" dixemilînin, îro jî bi bawerî û biryardariyeke mezin daxwazên xwe yên ji bo azadiyê diqîrin.
Piştî meşa 12 kîlometreyan wê xwe bigihînin Strasbourgê.