Ozgecan wê li Pirsûsê bê bîranîn

Jinên Pirsûsê wê ji bo Ozgecan Aslan a li Tarsusê hat qetilkirin meşekê pêk bînin.

Jinên Pirsûsê wê ji bo Ozgecan Aslan a li Tarsusê hat qetilkirin meşekê pêk bînin.

Meclîsa Jinan a Pirsûsê li salona Konferansê ya Şaredariya Pirsûsê daxuyaniyek da çapemeniyê û qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kir. Ligel Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez û Hevseroka DBP’a navçeyê Rojda Bînîcî gelek jin tevlî civînê bûn. Bînîcî di civînê de axivî û da zanîn ku qetilkirina jinan roj bi roj zêde dibin û hat destnîşankirin ku divê her kes li dijî vê raweste. Bînîcî ji bo meşa ku wê di 18’ê Sibatê de li Pirsûsê pêk bînin bang li hemû jinên Pirsûsê kir û got: “Ji bo Ozgecan Aslan em roja Yekşemê saet di 11.00’an de li Bazara Genim bên cem hev û meşekê pêk bînin. Em hemû jinên Pirsûsê dawet dikin.”