Li Frankfurtê ji bo sê jinên şoreşger çalakî hat lidarxistin
Ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, li Bockenheimer Warte lêgerîna edaletê dewam kir. Di çalakiyê de banga tevlîbûna mîtînga li Strasbourgê jî hat kirin.

Daxwaza edaletê ya ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) yên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, dewam dike.
Çalakiya 'Em edaletê dixwazin' a ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara ve her hefte tê organîzekirin, vê hefteyê jî roja Çarşemê dewam kir.
Jinan di çalakiya li ber Konsolosa Fransayê ya li Bockenheimer Warte ya Frankfurtê çalakî lidar xistin pankarta bi nivîsa "Me komkujiya Parîsê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" û wêneyên her sê jinên şoreşger hildan.
Her wiha li ser Komkujiya li Parîsê belavoka bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin hat xwendin.
JI BO MÎTÎNGA LI STRASBOURGÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ
Di çalakiyê de ji bo mîtînga 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê banga tevlîbûnê hat kirin û hat ragihandin ku ji bo mîtîngê wê di sibeha Şemiyê saet di 07:00 de ji Sudbahnhof a Frankfurtê otobus bikevin ser rê.