Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got, “Em hem weke jinên Kurd hem jî weke hêzên parastinê YJA Star dibêjin ku, em jiyanek bê Rêber Apo napejirînin. Rêhevaltiya me ya kêm a ku ji komployê re bûye zemîn, bi rexneyên ku Rêbertîî herî dawî pêş xistine jî dikin yek dubare bi dubare xwe lêpirsînan re derbas dikin.”
Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star bi wesîleya Komploya Navneteweyî ya 15’’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku ev komplo tê wateya darbe li jiyana gelan û bi taybetî jî jiyana jinan yê azad xistin û Beriya her gotinê em tevahî hêzên komploger lanet dikin. Di heman demê de rêhevalên me yên ku li hember komplo bedenê xwe xistine sîper û bi çalakiyên xwe re di derdora Rêbertî de bi dirûşmeya “Hûn nekarin roja me tarî bikin” xelekek ji agir çêkirine, em rêzdarî bibîr tînin û minetdariya xwe li hember wan didin raber kirin.”
Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star wiha didome:
“Rêber Apo ji zarokatiya xwe heya niha her tim hewl daye ku başî û xweşikbûyînê peyda bike. Ji bo vê jî her tim di lêgerîna jiyaneke bi wate de bûye. Vê lêgerîna xwe jî di têkoşîna azadiyê de şênber kiriye. Bi têkoşîna xwe ya bê eman ruhê azadiyê afirandiye û ev zanabûyîn jî kiriye malê tevahî mirovahiyê. Weke zarokê vê axê yê bi rûmet a ku têkiliyê şaristaniyê ne bûye, beza ku ji Înana despê kiriye û bi Prometehus, Hallaci- Mansur, Sûhrîwerdî, Bruno, Îsa, Manî û h.w.d re berdewam kiriye bi ser xistiye û bûye bezvanê vê maratonê yê herî dawî. Bi vî awayî nirxên qedîm ên ku temsîltiya bûyîna mirovahiyê dike, dixwazin di bin şewqên sexte yên şaristaniyê de veşêrin, ji her deman zêdetir daye xuyakirin û bûye nûnerê hêrî mezin yê şaristaniya demokratîk. Nasname, reng û henaseyek nû daye qezençkirin. Weke di dîrokê de, îro jî reşkirin û xezebê xwedayên sedsalan re rû bi rû maye. Li pêş çavên tevahî cîhanê, rastiya komplo ya ku heya niha bi îtifaqê wek wê ne hatiye dîtin re rû bi rû hatiye hiştin. Komploya navneteweyî bingeha xwe ji kokên dîrokê digre û gelekî kûr e jî. Di vê wateyê de vegotina rastiya ku di mirovatiyê de israr dike, ji bo ku careke din dernekeve li ser rûyê erdê tinekirina wê xistine hedefê xwe de. Ev jî rastiya komplo ya qirêj, kirêt vegotin dike.
RÊBER APO JI BO GELAN BÛYÊ HÊVIYA JIYANA NÛ’
Hema bi bêje tevahî paşverûtiya cîhanê li hember pêvçûnên berjewendiyên xwe di komployeke bi vî awayî de bûne şirîkê hêv û ev jî bi ti tiştê re nayê ravekirin. Di şexsê herêma me de ketine di nava hewldanên parvekirineke nû û dîzaynê de. Astengiya di pêşiya wê de ya herî cîdî û ji bo gelan bûyê hêviya jiyana nû Rêber Apo ye. Ji bo vê jî Rêber Apo bûye hedefê wan a hevbeş. Bi vî awayî jî rastiya komplo bi rêxistineke ewqasî xistine rewacê de ku, parçeyekî axa Rêber Apo gevekî biaveje ser nehiştine. Di vê çarçoveyê de xwestine di serî de gelê Kurdistanê û tevahî gelan bi hev bidin xistin, jinê jî bixin nav tarîtiyeke mezin û bifetisînin.
Rêbertiya me hesabên komplo ferq kirine û li hember vê jî bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, û azadî xweza jin re seknek li hember wan daye raberkirin û bi xeteke kûr û ronakbûyînê re valaderxistina komplo bi ser xistiye. Di vê çarçoveyê de ev 16 sal e şerê di navbera Rêbertiya me û hêzên komploger de pevçûnên di navbera du şaristaniyê de bi têkoşînek çetîn berdewam dike. Bi vê awayî rastiya têkoşîna berxwedaniya ku di pêşengtiya Rêber Apo de pêş dikeve û bi berdêlên mezin re tê berdewamkirin, îro bi astên ku gihiştiyê re rûyê komplo yê tarî, qirêj û hedefên wê hin baştir derxistiye holê.
KOMPLO BI RÊ Û RÊBAZÊN NÛ DIDOME
Komploya ku di sala 1999’an de hatiye destpêkirin bi rê û rêbazên nû re tê berdewam kirin. Li hember vê jî tevgera azadiyê ya ku ji rêya xwe ya heqîqetê û doza xwe ya mafdar tavîz nade berdewam dike ku bersiv bide komployê, ji bo vê weke li Rojava di her çar perçeyê Kurdistanê de modelên nû û were jiyan dayîna avakirin re dixwaze bersiv bide komplo. Hêzên şaristaniyê yên ku nekarin vê rastiyê, bi rsên xwe yên komkirî re di destpêkî de li Fransa yekemîn rêhevala rê ya Rêbertî û sekna jina azad di xwe de şênber kiriye di şexsê rêheval Sara de êrîşî derketina azadiya jin kirin e. Bi guleyên ku mejiyê her sê hevalên jin dane, xwestine peyamên ku, jinên zanist dibin û xwe ji nû ve ava dikin, mafê jiyanê ji wan re nayê naskirin û ji derveyî sekna koletî ti şensê jin nîne, ger hebe jî wê komployên bi vê awayî re rû bi rû bimîne. Bi vî awayî xwestin pêvajoya aştiyê ya ku Rêbertî dixwaze rizgariya gelan pêş bixe derbbikin. Rastiya Rêbertî ya vê dît û bi derketina sala 2013’an de bersiv da û tevgera tolgirtina komplogeran yê herî dawî jî vale derketin. Ev tevgera DAIŞ ya ku bi ti awayî nirxê wê yê exlaqî û civakî nîne avahiya rêxistinekî wisa li ser serî gelan xistine bela. Di vê wateyê de komplo binketina ku ketiye nav de tengasiyekê dijî û îro rûyê xwe yê herî hov dide diyarkirin. Di şexsê Kobanê de hewl didin ku rengê xwe yê reş yê komkujî, tecawîzkar ê neyarê azadiyê ye li ser rengê gelê Rojhilata Navîn yê zer, sor, kesk rengên zindî bidin nixumandin. Bi vî awayî jî komplo rûxmê tevahî bin ketinan re bi awayekî qirêj û hov xwe dide berdewam kirin. Ev pir aşkera ye ku îro armanca komploya ku di şexsê Rêber Apo de pêş ketiye, xilaskirina têkoşîna azadiya jin û gelan e. Lê belê çi dikin bila bikin mirovahiya ku henaseya azadiyê girtiye nikare ji vê têkoşînê dûr bike û ev pir zelal jî derketiye holê.
Îro jî weke pêvajoya sala 1999’an de li hember tevahî şertên bêmafiyê û tevahî hêzên şaristaniyê danîna li hember xwe û di fermandartiya Arînan de têkoşînek destanî tê dayîn. Bi vê berxwedana destanî de sala komployê ya 16. bi asta serxistina rizgarkirina Kobanê ya ku wê ji bo mirovahiyê bibe sembol pêşwazî kiriye. DAIŞ a am^^urê komkujî, nîjadkujî ye di van êrîşên xwe de hêrî zêde li ser jin êriş dane meşandin û di serî de şexsê Arînan, Sozdaran, Hebûnan, Gulanan û Zehrayan de yên herî zêde li hember van êrîşan sekinîne û di berxwedanê de yên herî çalak jî cardin jin in. Jinên Kurd gelekî baş dizanin ku êrîşên tên kirin ji bo wan tê çi watayê. Ji bo vê di bin navê YPJ de asta azadî û rêxistinbûyîna Rêbertî daye avakirin raberî tevahî cîhanê kirine. Herî dewletên ku xwe tiştek dihesibînin nekarîn li hember vê hêzê bisekinin, lê YPJ bi sekna xwe ya fedaî re bi serketinê re vê hêzê pejiqandiye. Di vê wateyê de li Kobanê ne tenê carekê din komplo bin ketiye, di heman demê de peyama ku di şêxsê rêheval Sara de dabû azadiya jin jî bi peyamê azadiyê re bersiv hatiye dayîn. Ji tevahî cîhanê re hat dayîn ku Kurd ne Kurdên berê ne û di vê wateyê de Kurdên Apo pencê nîjadkujiyê şkandine û bi berdêlên mezin û fedakartiyên hatine pêşxistin re carekî din hatiye nîşandan. Berxwedaniya Kobanê carekîdin da diyar kirin ku ti komplo nikare heqîqeta gelan û jinan derbas bike. Bi vê awayî berzkirina dirûşmeya “Hûn nekarin roja me tarî bikin” li hember komplo hatibû diyarkirin sekna bi biryar û fedaî weke roja xwe ya destpêkî ji germbûna xwe tu tiştekî winda ne kiriye û îro jî tê berdewam kirin. Ji ber ku em weke gelê Kurd û jina Kurd dizanin ku hebûn û azadiya me di kesayetiya Rêber Apo de şênber bûye û em dizanin ku di derdorê wê de xwe mifte kirin henaseya heqîqetê girtine. Bi taybetî jî em weke jin dizanin ku Rêber Apo me bi cewhera me re kiriye yek, wate tevlê hebûna me kiriye û rêya azadiyê li pêşiya me vekriye. Ji bo vê yekî jî dîl girtina Rêber Apo di rewşa heyî de di nava ti exlaq û rêzikê hiqûqê de cih nagre, tevahî sedema têkoşîna me di xwe de şênber dike.
EM SOZ DIDIN JINAN Û GELAN JI TARÎTIYÊ DERXIN
Em hem weke jinên Kurd hem jî weke hêzên parastinê YJA Star di bêjin ku, em jiyanekî bê Rêber Apo napejirînin. Rêhevaltiya me ya kêm a ku ji komployê re bûye zemîn, bi rexneyên ku Serokatî herî dawî pêş xistine jî dikin yek dûbare bi dûbare xwe lêpirsînan re derbas dikin. Di çarçoveyê de em soza ku di têkoşînê de bê valetî pêşde çûyînê didin û bi sekna Sarayan yê azadiyê re, berxwedaniya fedaîtiya Arînan ji bo xwe esas bigrin û soza jinan û gelan ji tarîtiya komplo derxistinê didin. Weke hêzên YJA Star em hêza xwe ji seknên şehîdên me yên fedaî, qehreman digrin, ji berxwedaniya gelê me û rêya Serokatiya me dide raber kirin û kêlî bi kêlî xwe di afirîne digrin. Di vê wateyê de em tevahî rêhevalên me yên şehîd ên li hember tarîtiya komplo bûna ronahî carekî din bi minetî bibîr tînin û soza ku em ê berxwedaniya wan bi serketinê re tacîdar bikin didin.
Em careke din dibêjin em tarîtiya komplo bi berxwedaniya agirê Newrozê re bi hêz bikin û ronahî bikin. Emê jiyane kî bê Rêber Apo ya ku temînata azadiya gelê me û jinane nepejirînin. Di vê wateyê de em tevahî gelê me, gelên şoreşger, demokratîk, kesên kedkar, rewşenbîran û di serî de jinan carekêdin li hember êrişên ku di derdorê komployê de pêşdikevin bi hişyar tevgerandinê û di çarçoveya paradîgmaya modernîte de yekbûn û li hember komployan bangawaziya afirandina siberojên azad dikin.”