'Em ê parastina cewherî ya jinan bi pêş bixînin'

Der heqê jinên ji aliyê DAIŞ'ê ve bi zorê hatine revandin de, bi pêşengiya KJA, KCD, HDK, DBP, HDP û Rêxistinên Civakî yên Sivîl, Hewldana Platforma Têkoşînê ji bo Jinên bi Zorê Hatine Revandin, hat avakirin.

Der heqê jinên ji aliyê DAIŞ'ê ve bi zorê hatine revandin de, bi pêşengiya KJA, KCD, HDK, DBP, HDP û Rêxistinên Civakî yên Sivîl, Hewldana Platforma Têkoşînê ji bo Jinên bi Zorê Hatine Revandin, hat avakirin.

Hewldana Platforma Têkoşînê ji bo Jinên bi Zorê Hatine Revandin daxuyaniyeke nivîskî weşand û di serî de jinên Êzidî, Tirkmen, Suryanî û Ereb ên li Şengalê hatine revandin, ji bo azadiya hemû jinan wê bi dirûşma "Cîhaneke azad a were qezençkirin, jiyaneke azad a were qezençkirin heye" têkoşîn bê xurtkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew ê li dijî her rêbazên zilm û zordariyê yên li dijî jinan têbikoşin û ev yek hat destnîşankirin:

'NE TENÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê EM Ê LI DIJÎ YÊN DAIŞ'Ê XWEDÎ DIKIN JÎ TÊBIKOŞIN'

"Di 3'ê Tebaxa 2014'an de, li Şengalê bi komkujiya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin re, êrîşên giran li hemberî jinan hatin kirin, bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin, rastî îşkenceyê hatin û li bazarên koleyan hatin firotin. Jinên hatin firotin pêşkêşî gelek welatan hatin kirin û hînê jî di bazaran de tên pêşkêşkirin. Yên ku van jinan li bazaran dikirin jî bi qasî yên jinan li bazaran difiroşin sûcdar in. Ev êrîşên li hemberî jinê, encama çanda destavêtinê û qirkirina civakê ye. DAIŞ bi afirandina zayendîperestî, olperestî, neteweperestî û faşîzmê re, di nava civakê de çanda destavêtinê diafirîne. Em jî, ne tenê li dijî DAIŞ'ê, em ê li dijî kes û hêzên DAIŞ'ê xwedî dikin têbikoşin. Pirsgirêka jinê encama çanda destavêtinê ya pênc hezar salî ye. Li dijî çanda destavêtinê, bi haya ji azadiya jinê heyî re, em ê azadiya xwe qezenç bikin."

'PARASTINA CEWHERÎ YA BEDENÎ, RUHÎ Û RAMANÎ'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê bi rêbazên barbar, zor û zilmê û bi îdeolojiya zayendîperestiyê re dixwaze jinê bixin bin zext zordariya xwe û hat gotin, "Em weke jinên azadiya jinê diparêzin û ji bo vê têdikoşin diyar dikin, ku em ê li dijî vê îdeolojiyê têbikoşin. Mesaja ku îro DAIŞ dide jinên revandiye û hemû jinên cîhanê, mesaja 'ya hûnê desthilatdariya me bipejirînin, yan jî bimirin, rastî destavêtinê werin, li bazaran werin firotin' e. Ev rêbaza DAIŞ bikar tîne ferzkirina serdestiya xwe li ser jinê ye. Weke jin em destnîşan dikin ku em ê li dijî vê desthliatdariyê bin, em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin, ji aliyê bedenî, ruhî û ramanî ve em ê parastina cewherî ya jinê bi pêş bixînin."

Hewldana Platformê di daxuyaniya xwe de Ozgecan Aslan bibîr anî, kujer lanet kir û banga têkoşîna hevpar li hemû jinan kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo jinên bi zorê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin, em bang li hemû derdorên jinan ên neteweyî û navneteweyî dikin ku têbikoşin û ji ber vê yekê destekê bidin Platformê."