JIN
Hemû Nûçe
-
Li Elmanyayê jin bo Ozgecan daketin kolanan
Jinên Kurd û Tirk ên li Elmanyayê dijîn ji bo Ozgecan Aslan a li Tarsûsê hat qetilkirin, daketin kolanan. -
Ozgecan Aslan li Mannheimê bi mîtîngekê hat bîranîn
Ji bo xwendekara zanîngehê ya li navçeya Mersîn Tarsûsê bi xwînxwarî hat qetilkirin, li bajarê Elmanya Mannheimê mîtîngeke bîranînê hat lidarxistin. -
Leyla Van: Çareserî bi hişmendî, rêxistinbûn û parastina cewherî dibe
Endama Koordînasyona KJK’ê Leyla Van diyar kir ku hikûmeta AKP’ê zîhniyeta ku tecawiz û qetilkirina jinan teşwîq dike, temsîl dike. Van da zanîn ku çareserî bi hişmendî, rêxistinbûn û parastina cewherî pêkane. -
Ji Jinên Kurdistanî yên MLKP'ê banga parastina cewherî
Jinên Kurdistanî yên MLKP'ê ji malbata Ozgecan û hemû jinan re sersaxî xwest û bang li jinan, jinên bindest kir, ku li dijî şîdeta mêr li nava refên wan xwe bi rêxistin bikin û mafên xwe yên parastina cewherî bikar bînin. -
TJKE nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî parlamenterên HDP’ê da
TJKE nerazîbûn nîşanî parlamenterên AKP’ê yên li dijî jinan da û got: “Em vê êrîşê şermezar dikin. Parlamenterên HDP’ê lîstikek din jî xera kirin û em diyar dikin ku em bi wan re di nava piştevaniyê de ne. -
YPJ-Şengal mezin dibe: 12 şervanên nû tevlî refên têkoşînê bûn
Ji dewreya Şehîd Edessa ya Akademiya Şehîd Xanê, 12 şervanên jin mezûn bûn û tevlî refên YPJ-Şengal bûn. -
CENÎ: Armanc tinekirina îradeya azad a jinan e
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) got, “Qatilê bi kuştinê têr nebûye, armanc kiriye ku berxwedanê bi şewitandinê tine bike. Bi şewitandinê armanc kiriye ku îradeya azad a jinê tine bike. Divê ti jineke Kurd li hember vê bêdeng nemîne.” -
Jinan Serokkomar Erdogan şermezar kirin
Jinên di pêşengiya Komeleya Sîwana Jinan a Mûşê de kom bûn, qetilkirina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan şermezar kirin -
Jin ji bo Ozgecan li qada ne
Li gelek bajaran jin bi armanca şermezarkirina qetilkirina Xwendekara Zanîngehê Ozgecan Aslan a ku li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê hate qetilkirin derketin qadan û xwestin kujer bên cezakirin. -
Li Bûrsayê kesê tacîzkar hat girtin
Li Bûrsayê kesê bi navê Î.O. ê du jin tacîz kir hat girtin. Yek ji wan jinan xwe parast û tacîzkar bi kêrê asteng kir. -
Jin li Amedê ji bo Ozgecan meşiyan
Li Amedê saziyên jinan ji bo Ozgecan Aslan a li Mersînê hat qetilkirin meşiyan. -
Qetilkirina Ozgecan li Nûrheqê hat protestokirin
Qetilkirina Ozgecan Aslan li Mersînê bi awayekî hovane, li Nûrheqê bi meşekê hat protestokirin. Bi sedan kesên li ser banga ciwanan hatin cem hev, qetilkirina Ozgecan protesto kirin. -
Qetilkirina Ozgecan li Dortmundê hat şermezarkirin
Rêxistinên Jinan ên Dortmundê qetilkirina Ozgecan Aslan bi mîtîngekê protesto kirin. -
Li Yenîşehîrê ji bo jinên Kobaniyî semînerên tenduristiyê
Li navçeya Amed Yenîşehîrê, ji bo jinên Kobaniyî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji neçarî koç kirin, semînerên tenduristiyê tên dayîn. -
Jin wê hesabê Meryem û Ozgecan bipirsin
Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowê diyar kirin ku qetilkirina jinan encama çanda tecawizê ye û got: “Kujerên Meryem û Ozgecanê kî bin DAIŞ ew e.” -
Berpirsyarê qetilkirinê, sîstema zayendîparêz e
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan da xuyakirin ku mejiyê li sînorê Pirsûsê Kader Ortakaya qetil kir û yê îro Ozgecan qetil kir, heman mejî ye. -
'Berpirsyar, sîstema sûcdaran ceza nake ye'
Parêzer Eren Keskîn diyar kir, ku polîtîka cezanekirina wezîfedarên dewletê yên sûcê îşkenceya zayendî li jinê dikin, cesaretê dide mêran. -
Jinên li Hambûrgê ji bo Ozgecan Aslan li ser piyan bûn
Saziyên jinan ên li bajarê Elmanya Hambûrgê, li ber Serkonsolosiya TC mîtîngek lidar xistin û cînayeta Ozgecan Aslan a li navçeya Mersîn Tarsûsê, protesto kirin. -
Futbolvanên jin ên Êlihî serketina xwe diyarî Ozgecan kirin
Tîma Futbolê ya Jinan a Batman Belediyespor, serketina xwe diyarî Ozgecan Aslan kir. -
Desteya Jinên Karsaz: Em xwe di ewlehiyê de hîs nakin
Jinên endamên Desteya Jinên Karsaz a Bajêr a Amedê ya Yekîtiya Ode û Borsayan a Tirkiye (TOBB), têkildarî qetilkirina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan daxuyanik da -
Meclîsa Jinan a KESK’ê bang li jinan kir
Meclîsa Jinan a KESK’ê ya li avahiya KESK’ê ya Amedê kom bû bi dirûşma, "Em ji bo ked, beden, nasname û azadiya xwe, xwe bi rêxistin dikin” qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kir. -
'Parastina cewherî nebe, dawî li komkujiyan nayê'
Kongreya Jinên Azad, nerazîbûn nîşanî qetilkirina jinan da û diyar kir ku, ev cînayet îdeolojîk û polîtîk in. KJA destnîşan kir, ku çareserî bi parastina cewherî û sîstema xweser dibe. Di daxuyaniyê de bang li jinan û şoreşger-demokratan hat kirin. -
Li Wanê qetilkirina Ozgecan hat şermezarkirin
Bi Wanê bi sedan jinên hatin cem hev qetilkirina Ozgecan Aslan protesto kirin. -
Qetilkirina Ozgecan li Amedê hat protestokirin
Qetilkirina Ozgecan Aslan li Amedê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirinJinên beşdarî çalakiyê bûn kincê reş li xwe kirin. Li mînîbusan jî wêneyên Ozgecan Aslan û qurdeleyên reş hatin daliqandin. -
Dêrsimî ji bo Ozgecan daketin kolanan
Li Dêrsimê xwendekaran qetilkirina Ozgecan Aslan protesto kirin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku ji cînayet û destavêtinê dewlet berpirsyar e.