Li Wanê qetilkirina Ozgecan hat şermezarkirin

Bi Wanê bi sedan jinên hatin cem hev qetilkirina Ozgecan Aslan protesto kirin.

Bi Wanê bi sedan jinên hatin cem hev qetilkirina Ozgecan Aslan protesto kirin.

Jinên li ber Navenda Jiyan a Jinan a Wanê hatin cem hev  dovîz û pankartên ‘Em ne di şînê de di serhildanê de ne, Têkoşîn Ozgecaneke, Mêr lêdixe, dewlet diparêze, Dest nede îradeya min, Jin jiyan azad, dest nede ked, nasname û bedena min’ vekirin. 

Jinên DBP, HDP, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA’yê, KESK, TUYAD-DER, Meya-Der, Goç Der, Mal-Per, Navenda Jiyan a Jinan a Rojîn, Kongreya Îslamî ya Demokratîk, ÎHD û KCD’ê daxuyaniyek hevpar dan. Hevseroka DBP’a Wanê Hamiyet Şahîn, Hevseroka HDP’a Wanê Derya Hayva, Hevşaredara Wanê Hatîce Çoban û hevşaredarên navçeyan û bi sedan jin tevlî bûn.

Avesta Işik daxuyanî xwend û diyar ku mixabin wê her tim bi hovîtiya mêran re rû bi rû bên û got: “Ji ber vê yekê şerê me jinan ne bi qedera me bi zîhniyeta reş re ye. Yekane çareya me jinan parastina cewherî ye û rêxistin e. Şert e hemû jin li dijî vê hovîtiyê li ber xwe bidin û bikevin nava piştevaniyê. Bila bê zanîn ku heta jin bê jiyîn wê qîrîna Ozgecan Aslan neyê jibîrkirin.” Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşma, ‘Ozgecan Aslan nemire’ berz kir.