Desteya Jinên Karsaz: Em xwe di ewlehiyê de hîs nakin
Jinên endamên Desteya Jinên Karsaz a Bajêr a Amedê ya Yekîtiya Ode û Borsayan a Tirkiye (TOBB), têkildarî qetilkirina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan daxuyanik da
Jinên endamên Desteya Jinên Karsaz a Bajêr a Amedê ya Yekîtiya Ode û Borsayan a Tirkiye (TOBB), têkildarî qetilkirina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan daxuyanik da
Jinên endamên Desteya Jinên Karsaz a Bajêr a Amedê ya Yekîtiya Ode û Borsayan a Tirkiye (TOBB), têkildarî qetilkirina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan daxuyanik da. Endamên desteyê diyar kirin ku li Tirkiyeyê ji her çar jinan jinên ji bo dixwazin jiyana xwe hilbijêrin, bixebitin û cuda bibin ji aliyê mêrê herî nêzî xwe tên qetilkirin.
Desteya Jinên Karsaz a Bajêr a Amedê der barê qetilkirina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan, li Cemiyeta Rojnamevanên Başûrêrojhilat daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Serokê Desteyê Dîdar Avci Turk a daxuyanî da got ku her ku qîrîn kêm dibin, tacîz, îstîsmar û şideta li hember jinê zêde dibe û asayî dibe.
Turk diyar kir ku li Tirkiyeyê ji her çar jinan jinên ji bo dixwazin jiyana xwe hilbijêrin, bixebitin û cuda bibin ji aliyê mêrê herî nêzî xwe tên qetilkirin.
Turk da xuyakirin ku wê ti carî li hember jiyan, zewac û şideta li hember jinan tê ferzkirin serî netewînin û got, "Em bang li rayedar û civakê dikin. Divê êdî gavên berbiçav bên avêtin.”
‘LI HEMBER HOVÎTIYA LI DIJÎ JINÊ BÊDENG NEMÎNIN’
Turk anî ziman ku li cîhanê şideta li hember jinê ya didome herî dawî li Rojhilata Navîn bi kolekirin û qetilkirina jinên Êzidî, Tirkmen û Xiristiyan gihiştiye asteke xeter û got, “Divê raya giştî li hember vê hovîtiyê bêdeng nemîne.”
Turk xwest tevayî însiyatîfên jinan bên gel, li hember tiştên rû didin û awayekî cidî bertek nîşan bidin û got ku êdî dixwazin xwe di nav ewlhiyê de hîs bikin.