Leyla Van: Çareserî bi hişmendî, rêxistinbûn û parastina cewherî dibe

Endama Koordînasyona KJK’ê Leyla Van diyar kir ku hikûmeta AKP’ê zîhniyeta ku tecawiz û qetilkirina jinan teşwîq dike, temsîl dike. Van da zanîn ku çareserî bi hişmendî, rêxistinbûn û parastina cewherî pêkane.

Endama Koordînasyona KJK’ê Leyla Van diyar kir ku hikûmeta AKP’ê zîhniyeta ku tecawiz û qetilkirina jinan teşwîq dike temsîl dike. Van da zanîn ku çareserî bi hişmendî, rêxistinbûn û parastina cewherî pêkane.

Leyla Van şîdeta li dijî jinê û çanda tecawizê û rola hikûmeta AKP’ê ya di qetilkirina jinan de û têkoşînek çawa li dijî qirkirinê divê bê meşandin ji ANF’ê re nirxand.

Van bal kişand ser qetilkirina Ozgecan Aslan û da zanîn ku ew di şexsê Ozgecan Aslan de hemû jinên hatine qetikirin bibîr tîne û da zanîn ku ew hemû çalakiyên jinan ku îradeya xwe danîn holê silav dike.

Leyla Van di berdewamiya axaftina xwe da zanîn ku mixabin qetilkirina jinan a li cîhanê bênavber didome û li her çar aliyê cîhanê jin ketine dorpêça mirinê ya zîhniyeta mêr. Van wiha pêde çû: “Tecawîza ku wek nîşaneya vekirî ya şîdeta li ser jinê pêş dikeve sînor û çandên dewletê derbas kiriye, yanî gerdûnî ye. Jin ji bo mêr wisa ‘taybet e’ ku her roj her deqe jinek bi cureyekê mirinê dimire.  Wisa taybet e ku  hemû beden, zayend û ruhê wê hatiye dorpêçkirin, bi xelekan hatiye dor lê hatiye girtin û her roj bi sedan jin bi deng an jî bêdeng ji nava me diçin.  Cîhan jî hê ji vê trajediya mirovahiyê re nabêje bes e. Ger bi mîlyonan jin daketibin qadê ev ji bo bilindkirina dengê wijdana mirovahiyê ya hatiye rizandin e. Jin li qadan li wijdana windayî ya mirovahiyê digere, ji kesên ku ev êş û zehmetî bi wan kişandiye hesab dipirsin. Di vî alî de berteka rêxistinkirî ya danîne holê girîng e. Her jinek di jiyana xwe de carekê teqez rastî taciz û tecawiza mêr hatiye.  Bi têkoşîn, rêxistinbûn û hişmendiya jinê ev birîna ku bi salan e xwîn jê tê êdî îro tê nîqaşkirin. Ozgecan ji vê re bû wesîle. Jin ji parvekirin van qirêjiyan bêparin.  Li şûna ku tecawizkar, tacîzkar û kujer şerm bike, jinê her tim şerm kir. Belê zîhniyeta serdest wisa zîhniyeteke rezîl e.

Jinên xwe rêxistin kirine û bûne xwedî hişmend îro hemû nirxên bi zîhniyeta baviksalarî pêk hatine binpê dike. Bêguman ev bi wate ne.  Lê em hemû dizanin ku axaftin, şermezarkirin û qîrîn çareseriyê nayne. Ya girîng ev e ku ev têkoşîn li her derê bê belavkirin û ji çanda mêr hesab bê pirsîn.”

Leyla Van destnîşan kir ku  cudahî û taybetiyê navbera jin û mêr de bi rolên zayendê teşe girtiye û  bi serdestiya mêr a li ser civakê bi teşe dibe. Wan wiha berdewam kir: “ Destserkirin  yanî xespkirin destpêka çanda tecawizê ye. Çima em dibêjin çand? Ji ber navekî din ê rola zayenda civakî, veguhertina wê ya rola zayendên civakî, vejîna desthilatdariya serdest a mêr e. Pêşketina desthilatdariya mêr di şexsê jinê de bi şerê li dijî civakê destpê kiriye. Di şexsê jinê de qirkirina civakî destpêkê hatiye. Zîhniyeta serdest bi xwe zîhniyeta tecawizê ye. Tecawiz wateya wê; bi zorê desteserkirin, xespkirin û xwedîderketin e.

Desthilatdariya serdest a mêr  bi zorê xwedî lê derketin, desteserkirin, mulkkirin û çanda tecawizê pêş xistiye. Ev înkara jinê li ser înkara civakê pêş dikeve. Bi zorê, şîdetê, şer, talankeriyê çanda tecawizê yanî çanda serdestiya mêr pêş dikeve.  Yanî bi vî awayî vediguhere çandekê.

Em wek tevgera Azadiya jinan a Kurdistanê pirsgirêkên ku jin di dîroka civakî de jiyane û girêdayî vê li ser esasê çanda tecawizê digirin dest û dinirxînin. Pergala serdest, dewlet û girêdayî wê saziyên weke malbatê û saziyên perwerde, çand, tenduristî, çapemenî û leşkerî çanda tecawizê zêde dikin û belav dikin.

Çanda tecawizê ya li ser jinê di aliyê îdeolojîk, polîtîk, psîkolojîk û fizîkî tê meşandin tenê bi jinê sînor namîne. Li hemberî aliyên hestiyar, civak, kes, çand û mafên siyasî jî tê meşandin. Ti nirxê wan tine. Di aliyê îdeolojîk de ev di çarçoveya têkoşînê de ne. Wek ji van jî tê fêmkirin em çanda tecawizê wek rewşeke bedenî nagirin dest. Ya girîng ev e ku çanda tecawizê di rastiya zîhniyetê de bê çareserkirin û derbaskirin. Ev pêngaveke azadiyê ye. Ji bo me jinan a girîng ev e ku ev gav bê avêtin û ev gav bên zêdekirin.”

DI DEMA AKP’Ê DE KUŞTINÊN JINAN ZÊDE BÛYE

Hikûmeta AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 12 salan de bi hemû polîtîkayên xwe zayenda civakî mezin kiriye û belav kiriye. Gelek cînayet û kuştinên jinan çêbûn. Yek ji van Ozgecan e. Ne destpêke û ne jî wê dawî be.  Divê em jin di her qada jiyanê de ji vê zîhniyeta tecawizkar hesab bipirsin. AKP’ê di şexsê jinan de li dijî hemû nirxên civakê şer meşandiye.  Dijminahiya jinê pêş xistiye. Rayedarên AKP’ê he roj li dijî jinên ku têkoşîna azadiyê didin êrîşan pêk tînin û gotinên qirêj vedibêjin. Di zîndanên AKP’ê de bi hezaran jinên girtî hene. 

AKP’ê di 12 salan de şîdeta li ser jinê her çûye zêde kiriye.  Dîsa qetilkirinên jinan jî li ser vê zemînê zêde bûye. Tenê em sala 2014’an bigirin dest em dikarin bi rehetî vê encamê bidest bixin. Li Tirkiyeyê di sala dawî de 281 jin hatin qetilkirin, 109 jin rastî tecawizê hatin. Ji 600 zêde jin birîndar bûn. Daraza AKP’ê, polîs, dozger û wezîr jî vê rewa dibînin.

Zîhniyeta ku dibêje ‘jinê dekolte li xwe kiriye û mêr tehrîk kiriye’ û jina ku rastî tecawizê hatiye û bi tecawîzkarê wê re dizewicîne, çanda tecawizê bi xwe ye.”

PARASTINA CEWHERÎ

Van da zanîn di daxuyaniya ku ji bo Ozgecan Aslan de dane banga parastina cewherî kirine û got: “Pergala serdest bi xwe li her qada jiyanê pergal û zîhniyeta topyekun a li dijî jinê ye. Ji ber vê jî berpirsê qetilkirin û êrîşa li dijî jinê pergala serdest a mêr û civak pêk tîne. Li dijî van pirsgirêkan jî divê jin di nava sekneke rêxistinkirî û têkoşer de bin. Heta ku ev pergal û sazîbûn neguherin wê koletiya jinê, îstîsmar, rewabûn û qetilkirina jinan jî bi dawî nebe.

Em tenê bi desthilatdariya mêr ne ne rû bi rû ne, li dijî şoreşgeriya jinê em bi êrîşa şoreşa mêr re rû bi rû ne. Mêr wek kes ne tenê ye. Polîs, daraz, otorîteya ol bi hev re ne. Ji ber vê yekê divê şoreşa azadiya jinê pêş bikeve û pergala jinê bê avakirin û hêza parastina cewherî bê avakirin. Divê em hem parastina cewherî ya çekdarî, hem bi pergal û civakê re mekanîzmaya parastina cewherî bê avakirin.

Em jin di bin êrîşeke serdest a nayê vegotinê de ne. Jiyana jinê her deqe di bin tehdîdê ye. Parastina cewherî wê rê li ber vekişîna mêr veke. Ev rêbazeke parastinê ya ku encamê digire.

Divê meclîsên jinan ên gund, tax û bajaran li ser esasê yekîneyên parastina cewherî bibin yek.  Li şûna ku em ji dewletê bipên, ji bo em ji vê xetereyê xilas bibin divê em hêza xwe ya cewherî rêxistin bikin.