Ji Jinên Kurdistanî yên MLKP'ê banga parastina cewherî

Jinên Kurdistanî yên MLKP'ê ji malbata Ozgecan û hemû jinan re sersaxî xwest û bang li jinan, jinên bindest kir, ku li dijî şîdeta mêr li nava refên wan xwe bi rêxistin bikin û mafên xwe yên parastina cewherî bikar bînin.

Jinên Kurdistanî yên MLKP'ê ji malbata Ozgecan û hemû jinan re sersaxî xwest û bang li jinan, jinên bindest kir, ku li dijî şîdeta mêr li nava refên wan xwe bi rêxistin bikin û mafên xwe yên parastina cewherî bikar bînin.

Jinên Kurdistanî yên MLKP'ê, ji bo malbata Ozgecan Aslan, hemû dostên wan û jinên êşa vê qetilkirinê dijîn, peyameke sersaxiyê weşand.

Jinên Kurdistanî yên MLKP'ê diyar kirin ku qetilkirina Ozgecan du nuqte bi zelalî derxist holê û gotin, "Ya yekemîn; AKP desthilatdariyeke mêr a paşverû, dijminê jinan û faşîst e. Ya duyemîn jî; hêrsa mezin a li nava jinan e, ku xwe li kolanan nîşan da. Hesta hevpar a vê hersê, pêwîstiya afirandina xeta parastina cewherî ye."

Jinên Kurdistanî yên MLKP'ê jinên bi dirûşma "Em ne di şînê de ne, li serhildanê ne" daketin kolanan bibîr xistin û gotin, "Ev hêza daket kolanan, guhertina hişmendiya zayend nîşan dide."

Jinên Kurdistanî yên MLKP'ê ev bang kirin: "Di roja îro de pêwîstiyeke ku ev guhertin bibe xwedî hêzeke rêxistinbûyî û parastina cewherî. Zêdebûna şîdet û komkujiyên li jinan tên kirin, pêwîstî û rewatiya parastina cewherî radixe pêş çavan.

Divê weke zanîn ku AKP û DAIŞ zîhniyeta genî yê heman sergoyî ne. Jinên YPJ û MLKP'yî yên li Rojava, bi taybetî li Kobanê ev mejî ji holê rakirin û pratîka vê nîşanî tevahiya cîhanê dan, navnîşana vînbûyîna parastina cewherî ne. Serketin û berxwedana li hemberî êrîşên DAIŞ'ê, di heman demê de serketina li hemberî desthilatdariya pavşerû ya mêr a kapîtalîst e. Jinên Tirkiyeyî û Kurdistanî xwedî wê hêzê ne ku desthilatdariya AKP'ê ji hev bixin. Roj roja mezinkirina hêzên parastina cewherî ya jinan e. Roj roja tacîdarkirina raperîna derketiye holê bi rêxistinbûyîna parastina cewherî ye."

Jinên Komunîst ên Kurdistanî ji jinan re gotin, "Eger ne niha be kengî, eger ne ti be kî" ev yek destnîşan kir: "Weke jinên komunîst ên MLKP'yî yên li dijî dewleta bi serdestiya mêr a mêtinger û çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, em bang li jinên bindest dikin ku li nava refên me xwe birêxistin bikin û mafên xwe yên parastina cewherî bikar bînin."