Dêrsimî ji bo Ozgecan daketin kolanan

Li Dêrsimê xwendekaran qetilkirina Ozgecan Aslan protesto kirin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku ji cînayet û destavêtinê dewlet berpirsyar e.

Li Dêrsimê xwendekaran qetilkirina Ozgecan Aslan protesto kirin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku ji cînayet û destavêtinê dewlet berpirsyar e.

Bi sedan xwendekarên Lîseyî li qada Nexweşxaneya Kevin a Dêrsimê li hev kom bûn, pankarta bi nivîsa "Kujerê Ozge dewlet a tecawizkar e" vekirin û ber bi Meydana Seyîd Riza ve meşiyan. Xwendekaran li vir çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Li ser navê Ciwanên Lîseyî yên Dêrsimê Dûygû Dogan daxuyanî xwend û diyar kir ku kuştina jinan polîtîk e. Dogan got, "Rojeke din li dîrokê zêde bû, meha Sibatê bû Ozgecan. Em kujerên Ozgecan baş nas dikin. Kujerê wê Destûra Bingehîn a T.C. ye, kujerên wê dadgerên T.C. ye. Kujerên wê dewlet e."

Bi sedan xwendekarên li Zanîngeha Tûncelî jî hatin cem hev, li Meydana Aştiya Civakî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di çalakiya bi pêşengiya Hevnûnertiya Egîtîm-Sen Zanîngehê hat lidarxistin de, ji bo Ozgecan edalet hat xwestin.

LI CIHÊ PÎROZ JI BO OZGECAN BEYTA XIZIR

Hunermendê Muzîka Gelêrî Kemal Kahraman jî li ziyaretgeha Dayika Fatma ya li ser rêya Dêrsim-Pulurê find vêxist û ji bo Ozgecan Aslan dûa kir. Ji bo ruhê wê xwişka me ya rûyê mîna milyaketan e di nava ronahiyê de razê, em ê Beyta Xizir bêjin. Bi vê beytê re em hovîtiya rû daye protesto dikin. Em hêvîdarin ku wê careke din bûyerên bi vî rengî rû nedin. Lê belê ev daxwazên me di rastiya îro ya civakî de zêde wateya xwe nîne. Her roj bi dehan jin rastî heqaretê tên. Mejiyê DAIŞ'ê hêdî hêdî li welatê me serdest dibe. Ji bo em balê bikşînin ser van hemûyan, em îro li vir in. Ji malbat û hezkiriyên wê re em sersaxiyê dixwazin. Bila cihê wê bihuşt be."

LI NAVÇEYÊN DÊRSIMÊ Û ELEZÎZÊ HAT PROTESTOKIRIN

Li navçeyên Dêrsim Pulur, Xozad, Mazgîrt, Nazimiye û li Elezîzê jî kuştina Ozgecan Aslan bi meşan hat protestokirin.