Berpirsyarê qetilkirinê, sîstema zayendîparêz e
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan da xuyakirin ku mejiyê li sînorê Pirsûsê Kader Ortakaya qetil kir û yê îro Ozgecan qetil kir, heman mejî ye.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî, qetilkirina Ozgecan Aslan ji aliyê ajokarê mînîbusê ve bi hovane, bi zimanekî tund û hêrs şermezar kir û destnîşan kir, ku heta hesab ji her kesên para xwe di vê komkujiyê de hene bê pirsîn, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan diyar kir ku ev mejiyê qetlîemkar ê ajokarê mînîbûsê, cesaretê ji pêkanînên zayendîparêz ên dewleta TC digire û got, "Rojane bi dehan jin rastî destavêtin, destdirêjiyê tên, tên qetilkirin û ev zayendîperestiya dijwar, mîna ku rewşeke ji rêzê ye asayî tê dîtin. Li gel vê yekê, wezîrên zayendîparêz ên hikûmeta AKP'ê radibin dibêjin, 'jinên tên qetilkirin, qetlîemkaran tehrîk dikin'. Mejiyê li sînorê Pirsûsê Kader Ortakaya qetil kir û yê îro Ozgecan qetil kir, heman mejî ye."
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan ev qetlîama li dijî mirovahiyê ya li Ozgecan aht kirin lanet kir, ji malbata û xizmên wê re sersaxî xwest.