Jinên li Hambûrgê ji bo Ozgecan Aslan li ser piyan bûn
Saziyên jinan ên li bajarê Elmanya Hambûrgê, li ber Serkonsolosiya TC mîtîngek lidar xistin û cînayeta Ozgecan Aslan a li navçeya Mersîn Tarsûsê, protesto kirin.
Saziyên jinan ên li bajarê Elmanya Hambûrgê, li ber Serkonsolosiya TC mîtîngek lidar xistin û cînayeta Ozgecan Aslan a li navçeya Mersîn Tarsûsê, protesto kirin.
Saziyên jinan ên li bajarê Elmanya Hambûrgê, li ber Serkonsolosiya TC mîtîngek lidar xistin û cînayeta Ozgecan Aslan a li navçeya Mersîn Tarsûsê, protesto kirin. Li dû mîtînga bi dirûşma "Em şînê nagirin, em serî radikin", bi sedan kes bi qîrîna dirûşmeyan meşiyan.
Di dema mîtîngê de ji bo bîranîna xwendekar Ozgecan Aslan a 20 salî û hemû jinên hatin qetilkirin deqeyek rêz hat girtin. Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin ku her cînayeteke tê serê jinan polîtîk e û bal hat kişandin ser qirkirina jinê li her devera cîhanê. Di daxuyaniyan de hat ragihandin ku şewitandina cesedê Ozgecan, asta tirsnak a şîdeta li hemberî jinê radixe pêş çavan û hat destnîşankirin, ku girîng e jin li dijî sîstema bi serdestiya zîhniyeta mêr, têbikoşin.
Parlametera Partiya Çep Cansû Ozdemîr jî, ku di hilbijartinên roja Yekşemê yên eyaletê de zêdeyî 21 hezar deng stend û ji nû ve hat hilbijartin di axaftina xwe ya li çalakiyê de diyar kir, ku kujerê Ozgecan zîhniyeta baviksalariyê ya serdest e. Ozdemîr ragihand ku li dijî çanda tecawizê divê piştevaniyê derkeve asta herî bilind. Ozdemîr da zanîn ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin, ji ber ku li dijî sîstema bi serweriya mejiyê mêr têdikoşiyan hatin qetilkirin û got, "Hem ji bo van rêhevalên xwe hem jî ji bo Ozgecana xwe em ê di 8'ê Adarê de dengê xwe li qadan bilindtir bikin."
Hunermend Lehman Stehn jî di şexsê Ozgecan Aslan de ji bo hemû jinên li her devera cîhanê hatin qetilkirin stranên xwe got. Paşê bi sedan kes bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Piştevaniya Jinê" û "Bêdeng nebe, tu bêdeng be wê dor bê te" heta Gansemarktê meşiyan.