Meclîsa Jinan a KESK’ê bang li jinan kir
Meclîsa Jinan a KESK’ê ya li avahiya KESK’ê ya Amedê kom bû bi dirûşma, "Em ji bo ked, beden, nasname û azadiya xwe, xwe bi rêxistin dikin” qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kir.

Li ser navê Meclîsa Jinan a KESK’ê Sekretera Jinan a Navenda Giştî ya KESK’ê Gulistan Atasoy diyar kir ku her roj jinek kêm dibe û wiha dewam kir, "Li welatê me ku bi dehan ji wan rastî tecawizê tên, mîna Ozgecan Aslan a berî niha bi çend rojan bi awayekî hovane hat qetilkirin, ji bo em ji dibistanê vegerin malê bikaranîna wesayîta komî, dibe yekane sûcê me. Em pir baş dizanin ku berpirsiyarê Ozgecan û tevayî jinên rastî tecawizê tên, tên qetilkirin û rastî şidetê tên dewleta mêr, daraz û saziyên wê ne.”
Atasoy ji bo 8’ê Adara ku nêz dibe bang li tevayî jinan kir û got, "Ji bo li tevayî qadên jiyanê wekheviya cins pêk bê, em bang li jinan dikin ku xwe bi rêxistin bikin û rêxistinbûna xwe bihêz bikin. Ji îro de 8’ê Adara ku nêz dibe, bi biryardariya jinên 8’ê Adarê afirandin em li her cihî berxwedanê mezin dikin.”