Qetilkirina Ozgecan li Amedê hat protestokirin

Qetilkirina Ozgecan Aslan li Amedê bi daxuyaniyekê hat şermezarkirinJinên beşdarî çalakiyê bûn kincê reş li xwe kirin. Li mînîbusan jî wêneyên Ozgecan Aslan û qurdeleyên reş hatin daliqandin.

Rêxistinên civakî yên sivîl û komeleyên jinan ên li Amedê, der barê kuştina Ozgecan Aslan de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinên beşdarî çalakiyê bûn kincê reş li xwe kirin. Li mînîbusan jî wêneyên Ozgecan Aslan û qurdeleyên reş hatin daliqandin.

Li Amedê, jinan nerazîbûn nîşanî kuştina Ozgecan Aslan a li navçeya Mêrsîn Tarsûsê bi awayekî hovane, dan. Rêxistinên civakî yên sivîl û komeleyên jinan bi pêşengiya Baroya Amedê hatin cem hev, daxuyaniyek dan çapemeniyê û xwestin, tavilê guhertina qanûnî bê kirin û kujerên Ozgecan Aslan bi cezayê herî giran bên cezakirin.

Jinên beşdarî çalakiyê bûn kincê reş li xwe kirin û dowîzên bi nivîsa "Mirov weke tecawizkar ji dayik nabin, mirov dibin tecawizkar, bêje Bisekine", "Tecawiz û cînayet polîtîk e" û "Ozge canek bû em hemû Ozgecan in" hilgirtin.

Li ser navê komê Koordînatora Navenda Pêkanîn û Piştevaniyê ya Mafên Jinê ya Baroya Amedê Parêzer Serpîl Yîgît Erkûş daxuyanî xwend û destnîşan kir ku dîrokê şahidî kiriye ku mirovahî bi çi rengî dikare hov bibe.

'DI NAVA 10 SALAN DE 7 HEZAR 122 JIN HATIN KUŞTIN'

Erkûş diyar kir ku hejmara kuştina jinan zêde bûye û got, "Xebatên statîstîkî yên saziyên civakî yên sivîl nîşan didin ku di 10 salên dawî de 7 hezar 122 jin hatine qetilkirin, 4876 jin rastî destavêtinê hatine. Ji Kanûna 2014'an heta roja me ya îro di nava 3 mehan de 20 jin hatine kuştin."

'POLÎTÎKAYÊN ZAYENDÎPARÊZ BÛN SEDEM'

Erkûş got, "Ji ber polîtîkayên zayendîparêz ên jinê bi mêr ve girê dide û qanûnên bi mejiyê mêr, qirkirina jinê zêde bûye" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li gel vê yekê dema mirov li cezayên li kiryaran hatine birîn dinêrin, tê dîtin ku gelekî kêm in. Em çiqasî bêdeng bin, jinê, mirovan tine bihesibînin, em nekevin binê bar, li vî welatî em ê jî bibin hevparê çarenûsa jinên tine tên hesibandin."

'BILA CEZAYÊN HERÎ GIRAN BÊ DAYÎN'

Erkûş bang li rayedarên dewletê kir û daxwazên xwe bi vî rengî anî ziman: "Bila qanûnên dawî li zîhniyeta serdestiya mêr bînin tavilê bên derxistin, bicih werin anîn û li kiryaran cezayên herî giran bên birîn."

QURDELEYÊN REŞ BI MÎNÎBUSAN VE KIRIN

Erkûş da zanîn ku weke Baroya Amedê ew ê bibin şopdarên hemû dozên kujerên jinan lê tên darizandin. Li dû daxuyaniyê jinan li gel wêneyên Ozgecan Aslan, qurdeleyên reş bi mînîbusan ve kirin.