Qetilkirina Ozgecan li Dortmundê hat şermezarkirin

Rêxistinên Jinan ên Dortmundê qetilkirina Ozgecan Aslan bi mîtîngekê protesto kirin.

Rêxistinên Jinan ên Dortmundê qetilkirina Ozgecan Aslan bi mîtîngekê protesto kirin.

Meclîsa Jinan a Roza, DÎDF, Jinên Penaber û Jinên Elewî ku li bajarê Dortmund a Elmanyayê xebatan dimeşînin qetilkirina Ozgecan Aslan bi mîtîngekê şermezar kirin. Di mîtînga ku bi sedan jin tevlî bûn di axaftinan de hat diyarkirin ku yên ku jinan qetil dikin ji zîhniyeta dewletê hêzê digirin.  Her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû jinan û hêzên demokrasiyê hat kirin ku li dijî van qetilkirinan têkoşîna hevpar bê meşandin.