Qetilkirina Ozgecan li Nûrheqê hat protestokirin
Qetilkirina Ozgecan Aslan li Mersînê bi awayekî hovane, li Nûrheqê bi meşekê hat protestokirin. Bi sedan kesên li ser banga ciwanan hatin cem hev, qetilkirina Ozgecan protesto kirin.
Qetilkirina Ozgecan Aslan li Mersînê bi awayekî hovane, li Nûrheqê bi meşekê hat protestokirin. Bi sedan kesên li ser banga ciwanan hatin cem hev, qetilkirina Ozgecan protesto kirin.
Qetilkirina Ozgecan Aslan li Mersînê bi awayekî hovane, li Nûrheqê bi meşekê hat protestokirin. Bi sedan kesên li ser banga ciwanan hatin cem hev, qetilkirina Ozgecan protesto kirin. Egîtîm-Sen, Tumbel-Sen, HDP, CHP, Weqfa Hacibektaş û xwendekarên lîseyî jî destek dan meşê.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê saziyan axaftin hat kirin. Şaredarê Nûrheqê Ahmet Akkûş got, "Li pêşberî vê komkujiyê, berfa çiyayê Nûrheqê jî nikare agirê di dilê me de vemirîne."
Nûnera Egîtîm-Senê ya Nûrheqê Hulya Yalçin Orak jî da xuyakirin ku qetilkirina jinan polîtîk e û destnîşan kir ku desthilatdarî berpirsyarê van cînayetan e. Orak ragihand ku girîng e jin bi awayekî rêxistinbûyî li dijî sîstemê li ber xwe bidin, dakevin qadan û ji bo meşa bi meşaleyan a êvara Çarşemê banga tevlîbûnê kir.
Ji HDP'ê Hatûn Gul jî hovîtiya rû da şermezar kir. Gul diyar kir ku ji dema desthilatdariya AKP'ê û vir ve qetilkirina jinan zêde bûye û destnîşan kir ku AKP tecawizkaran diparêze.
Gul got, "Em vê hovîtiyê, vê rewşa ji hev ketî weke pirsgirêkek civakî, polîtîk û hiqûqî dibînin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li gotinên rayedarên dewletê binêrin; 'ez ji wekheviya jin û mêr bawer nakim', 'ji ber ku jin li kar digerin bêkarî zêde ye', 'dema keç dixwînin, mêr keçên pê re bizewice nabînin', 'eger diya wê rastî tecawizê tê çima zarok bimire, bila diya zark bimire', 'jina rastî tecawizê tê bila zarok bîne dinyayê, pêwîst bike wê dewlet lê binêre', 'tecawizkar ji qurbaniya tecawizê ya kurtajê dike bêhtir bêguneh e.' Ev mînak dikarin werin zêdekirin."
Gul diyar kir ku kujer û tecawizkar, cezayê heq dikin nagirin yan jî cezayekî kêm jê re tê dayîn û got, "Dewlet tevî ku jinan naparêze, rêxistinên jinan ên dixwazin di vî warî de tedbîrên lezgîn bigire, ji nedîtî ve tê."
Li dû axaftinan girseya gel bi dirûşman meşiya. Meş li ber Şaredariya Nûrheqê bi dawî bû.