Ozgecan Aslan li Mannheimê bi mîtîngekê hat bîranîn
Ji bo xwendekara zanîngehê ya li navçeya Mersîn Tarsûsê bi xwînxwarî hat qetilkirin, li bajarê Elmanya Mannheimê mîtîngeke bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo xwendekara zanîngehê ya li navçeya Mersîn Tarsûsê bi xwînxwarî hat qetilkirin, li bajarê Elmanya Mannheimê mîtîngeke bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo xwendekara zanîngehê ya li navçeya Mersîn Tarsûsê bi xwînxwarî hat qetilkirin, li bajarê Elmanya Mannheimê mîtîngeke bîranînê hat lidarxistin. Di mîtîngê de qetilkirin û şîdeta li hemberî jinê hat protestokirin û li gel terora dewletê mejiyê bi serdestiay mêr hat şermezarkirin.
Li meydana Markplatzê ya bajarê Mannheimê, duh êvarê bi mîtîngekê Ozgecan Aslan hat bîranîn. Nêzî 200 jinên beşdarî mîtîngê bûn wêneyên Aslan vekirin û bi dowîzên hildan re şîdet û qirkirina li hemberî jinê protesto kirin.
Xwepêşandan li ser banga Yekîtiya Jinên Sosyalîst pêk hat û Komîsyona Jinê ya Navenda Civakî ya Mannheim-Ludwigshafenê, Tevgera Jinên Demokratîk li Ewropayê, Yenî Kadin û DÎDF, destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de hat ragihandin ku ji ber nefreta nîjadperestî û paşverûtiya mejiyê bi serdestiya mêr a li dijî jinê, Ozgecan hatiye qetilkirin û jinan banga yekîtiya hêzê kirin.