Kongreya Jinên Azad, nerazîbûn nîşanî qetilkirina jinan da û diyar kir ku, ev cînayet îdeolojîk û polîtîk in. Kongreyê destnîşan kir, ku çareserî bi parastina cewherî û sîstema xweser dibe. Di daxuyaniyê de bang li jinan û şoreşger-demokratan hat kirin.
Kongreya Jinên Azad (KJA) der barê qirkirina jinan de ku di demên dawî de zêde bû daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku roj bi roj li komkujiyên jinan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên nû zêde dibin û hat gotin, "Her çend hin jê weke şexsî, hin jê jî bi awayekî rêxistinbûyî hatine kirin xuya dikin jî, em dizanin ku li her devera cîhanê şîdet, destavêtin û destdirêjiya li jinê, bi tifaqa mejiyêt bavkanî û polîtîkayên dewletê, bi rêk û pêk tên kirin. Li ser qirkirina jinê sîstema bavkaniyê xwe dide jiyîn."
'ÎDEOLOJÎK Û POLÎTÎK'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî jinê û diyar kir ku ev yek mînaka herî berçav e, ku sîstem jinê di navbera koledarî û mirinê de bê alternatîf dihêle. KJA got, "Ev zîhniyet herçend bi rûyê cuda xwe nîşan dide jî, di cewhera xwe de li her kolanê, li her malê, li her bajarî bi pêkanînên hov ên li dijî jinê re qirkirina jinê dewam dike. Ev tevgera şîdetê ya bi serweriya mêr a ku hemû jinên dildarên azadiyê, jinên berxwedêr dike hedef û qirkirinê dike, îdeolojîk û polîtîk e." Di daxuyaniyê de li ser qetilkirina Ozgecan Aslan û Meryem Yilmaz ev yek hat destnîşankirin:
"Beriya çend rojan li navçeya Mersîn Tarsûsê, xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan a 20 salî, li mînîbusa lê siwar bûbû rastî destavêtinê hat û bi hovane hat qetilkirin. Meryem Yilmaz a 27 salî jî li navçeya Amed Çermûkê ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin. Di vê roja îro de, ku sîstema bi serweriya mêr lê serdest e de, ji bo jinan ne kolan ne jî mal ewle nîne. Qetilkirina Ozgecan û Meryem, mînaka herî dawî ya xeteriya li jinan e. Lê em dizanin ku heta jin xwe birêxistin nekin, parastina xwe ya cewherî û sîstema xwe ya xweser ava nekin, heta ku sîstema ji serweriya mejiyê mêr a vîna azad a jinê tine dihesibîne ji holê neyê rakirin, wê komkujiyên li jinan tên kirin, bi dawî nebin."
BANGA LI JINAN Û ŞOREŞGER-DEMOKRATAN
KJA di daxuyaniya xwe de kujerên Ozgecan Aslan, Meryem Yilmaz û hemû jinên hatin qetilkirin lanet kir û got, "Di serî de jin em bang hemû derdorên şoreşger-demokrat dikin ku li dijî hovîtiya mêr helwestê nîşan bidin, raya giştî hişyar bikin, dozên heyî bişopînin û ji bo kiryar cezayên herî giran bigirin, bixebitin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî qirkirina jinê dengê xwe bilind bikin û ji bo dawîanîna li van qirkirinan dakevin qadan."