Li Elmanyayê jin bo Ozgecan daketin kolanan

Jinên Kurd û Tirk ên li Elmanyayê dijîn ji bo Ozgecan Aslan a li Tarsûsê hat qetilkirin, daketin kolanan.

Jinên Kurd û Tirk ên li Elmanyayê dijîn ji bo Ozgecan Aslan a li Tarsûsê hat qetilkirin, daketin kolanan.

Di nav de Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Tevgerên Jinan ên Kurd jî ku hebûn gelek rêxistinên jinan li bajarê Berlîn, Stuttgart, Koln, Frankfurt, Hamburg, Bîelefeld û Mannheîmê meş û mîtîng pêk anîn.

Di çalakiyan de jinan de polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ku cînayetên jinan teşwîq dikin şermezar kirin û hat xwestin ku kujer bi awayekî herî giran bên cezakirin.

JI BO PARASTINÊ EM Ê ALAVÊN XWE BIAFIRÎNIN

Jinên li Hamburgê li ber Sefaretxaneya Tirk hatin cem hev diyar kirin ku ew jî wê wek ‘jinên bi çoyên sor’  alavên xwe yên parastinê ava bikin û li dijî şîdet, tecawiz û kapîtalîzmê têbikoşin.

Jinan Tugçe Albayrak a demek berê li Elmanyayê hat qetilkirin jî bibîr anîn.

Di axaftinên de pêkanînên DAIŞ’ê yên li hember jinên Êzidî jî hatin lanetkirin û bal kişandin ser hevkariya AKP’ê ya bi DAIŞ’ê re.