Li Yenîşehîrê ji bo jinên Kobaniyî semînerên tenduristiyê

Li navçeya Amed Yenîşehîrê, ji bo jinên Kobaniyî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji neçarî koç kirin, semînerên tenduristiyê tên dayîn.

Li navçeya Amed Yenîşehîrê, ji bo jinên Kobaniyî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji neçarî koç kirin, semînerên tenduristiyê tên dayîn. Di semînerê de xala 'tenduristiya civakî' hat destnîşankirin.

Şaredariya Yenîşehîrê bi hevkariya Navenda Tenduristiya Dê û Zarok a Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Baglarê, ji bo jinên Kobaniyî li Mala Taxa Dîcleyê semînera tenduristiyê da. Ji Navenda Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Ozlem Sezgîn Anli, xebatkara Navenda Tenduristiyê ya Dê û Zarok a Şaredariya Baglarê Serîn Karabîber di semînerê de li pirsgirêkên tenduristiyê yên jinan guhdarî kirin, der heqê rê û rêbazên tedawiyê de agahî dan. Ji bo hin jinan jî, piştî mûayeneyê, lîsteya derman a divê were bikaranîn, hat dayîn.

Di semînerê de Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş, Alîkara Hevşaredaran Gulîstan Koyûncû, Midûra Polîtîkayên Jinê Remziye Çelîk û gelek jinên Kobaniyî amade bûn.

'TENDURISTIYA CIVAKÎ'

Baytaş got, "Ji bo jinan di nuqteya afirandina tenduristiyeke civakî û daxwaza qanûnên tenduristiya xweser û taybet hişyar bikin, me bernameyeke bi vî şêweyî danîn pêşiya xwe" û anî ziman ku ew ê semînerên perwerdeyê li taxên cuda dewam bikin.

Her wiha Şaredariya Yenîşehîrê li jinên Kobaniyî pakêtên hîjyenê belav kir.