Jinan Serokkomar Erdogan şermezar kirin
Jinên di pêşengiya Komeleya Sîwana Jinan a Mûşê de kom bûn, qetilkirina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan şermezar kirin
Jinên di pêşengiya Komeleya Sîwana Jinan a Mûşê de kom bûn, qetilkirina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan şermezar kirin
Jinên di pêşengiya Komeleya Sîwana Jinan a Mûşê de kom bûn, qetilkirina xwendekara zanîngehê Ozgecan Aslan şermezar kirin. Nûrcan Çetînbaş a di xwepêşandanê de axivî got, “Serokkomarê me yê dibêje, jin-zilam ne wekhev e, ji mêrê ku ji newekheviya cinsiyeta civakî xwedî dibe, ji wê newekheviyê bihêz dibe berpirsyar e.”
Jin, ciwan û zilaman jî piştgirî dan endamên Komeleya Sîwana Jinan a Mûşê yên li Qada Şaredariyê kom bûn. di xwepêşandanê de dirûşmên, “Li hember qetilkirinên jinan bêdeng nemînin”, “Destên dirêjî jinan dibin bişkin” û “Ji şideta li hember jinê re na” hatin gotin. Seroka Komeleyê Nûrcan Çetînbaş diyar kir ku şidet û qetilkirinên li hember jinan her roj zêdetir dibin.
SEROKKOMAR JI NEWEKHEVIYA JINAN BERPIRSYAR E
Çetînbaş diyar kir ku qanûnên heyî nayên pêkanîn, behsa darvekirinê bêsamimiyet e û wiha dewam kir: “Serokkomarê me yê dibêje, jin-zilam ne wekhev e, ji mêrê ku ji newekheviya cinsiyeta civakî xwedî dibe, ji wê newekheviyê bihêz dibe berpirsyar e.”
WEZÎFEDARÊN TECAWIZKAR CEZA NEGIRTIN
Çetînbaş diyar kir ku qanûnên hene jî nayên pêkanîn û wiha dewam kir, "Behskirina darvekirinê bêsamîmiyet e. Di 15 salên dawî de; 241 polîs, 91 leşker, 17 tîmên taybet, 15 cerdevan, 45 gardiyan ji tecawizê hatin darizandin. Kesekî ji wan ceza negirt. Di 5 salên dawî de tacîzên li hember zarokan ji sedî 847, tecawizên li hember zarokan ji sedî 986 zêde bûn.”
Piştî daxuyaniyê endamên komeleyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Paşê ji Qada Şaredariyê heta Cadeya Îstasyonê meşiyan û belav bûn.