CENÎ: Armanc tinekirina îradeya azad a jinan e

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) got, “Qatilê bi kuştinê têr nebûye, armanc kiriye ku berxwedanê bi şewitandinê tine bike. Bi şewitandinê armanc kiriye ku îradeya azad a jinê tine bike. Divê ti jineke Kurd li hember vê bêdeng nemîne.”

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) ku têkildarî qetilkirina Ozgecan Aslan a li navçeya Tarsûs a Mersînê hat qetilkirin daxuyaniyek weşand got, “Qatilê bi kuştinê têr nebûye, armanc kiriye ku berxwedanê bi şewitandinê tine bike. Bi şewitandinê armanc kiriye ku îradeya azad a jinê tine bike. Divê ti jineke Kurd li hember vê bêdeng nemîne.”

CENÎ bi daxuyaniya weşand qetilkirina Ozgecan Aslan bi tundî şermezar kir.

CENÎ got, “Em diyar dikin ku qetilkirina Ozgecan Aslan bi hêrseke nayê gotin em pêşwazî dikin” û diyar kir ku şêwazê qetilkirinê û parastina qatil ji heman zîhniyetê çêbûye. CENÎ da xuyakirin pergala bi serweriya zilam a qetilker ku bi vî awayî pêk hatiye nayê qebûlkirin û wiha hat gotin, “Çawa li Şengalê jinên Êzidî ji aliyê DAIŞ’ê bê ku ti nirxên mirovatiyê bên naskirin tên îşkencekirin, tecawizkirin û qetilkirin, Ozgecan Aslan jî bi heman armancê hatiye qetilkirin."

Qatilê bi kuştinê têr nebûye, armanc kiriye ku berxwedanê bi şewitandinê tine bike. Bi şewitandinê armanc kiriye ku îradeya azad a jinê tine bike. Divê ti jineke Kurd li hember vê bêdeng nemîne.

Em bang li tevayî jinên Kurd dikin ku vê qetilkirinê bi ruhê berxwedana azad bi çalakiyan şermezar bikin.”