Jin wê hesabê Meryem û Ozgecan bipirsin
Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowê diyar kirin ku qetilkirina jinan encama çanda tecawizê ye û got: “Kujerên Meryem û Ozgecanê kî bin DAIŞ ew e.”

Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowê-Viyan der barê qetilkirina Ozgecan Aslan û Meryem Yilmaz de daxuyaniyek nivîskî dan.
NE TESADUFÎ YE
Di daxuyaniyê de hat gotin ku qetilkirina jinan hilberîna pergala serdestiya mêr e û got qetilkirina Aslan û Yilmaz ne tesadî ye. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ti qetilkirineke jinan ne tesadufî ye. Şerê di nava pergala serdestiya mêr de hatiye destpêkirin mafê jiyana me ji destê me digire. Kujerê Meryem û Ozgecanê kî dibe bila bibe DAIŞ jî ew e. Ev êrîşên li dijî jinan encama çanda tecawiz û qirkirina civakî ye.
Em wek jin li dijî çanda tecawizê, fi ferqa jinên azad de ne û em ê azadiya xwe qezenc bikin. Em ê ji bo bidawîbûna qetilkirinan têkoşîna xwe bidomînin. Em ê hesabê Meryem û Ozgecanê bipirsin. Ger dewleta Tirk kujeran biparêze û nedarizîne hevkarê kujeran e. Em ji malbatên Meryem û Ozgecan re sersaxiyê dixwazin. Em ê şopdarê wan bin.”