Futbolvanên jin ên Êlihî serketina xwe diyarî Ozgecan kirin

Tîma Futbolê ya Jinan a Batman Belediyespor, serketina xwe diyarî Ozgecan Aslan kir.

Tîma Futbolê ya Jinan a Batman Belediyespor, serketina xwe diyarî Ozgecan Aslan kir. Hevşaredara Êlihê Akel di axaftina xwe ya piştî maçê de diyar kir ku futbol baskekî sporê yê hînê bi mejiyê mêr tê meşandin e û destnîşan kir, ku jin wê pêşî li vê rêveçûnê bigire.

Tîma Futbolê ya Jinan a Batman Belediyespor, li hemberî tîma Beyazitsporê bi encama 6-2 bi ser ket û ev serketina xwe diyarî Ozgecan Aslan kir, ku li Mersînê bi hovane hat qetilkirin.

Di maça li seha semta Aydinkonak a Êlihê de, di nava temaşevanan de Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, Sekreterê Giştî yê Kulûba 1955 Batman Belediyespor Mehdî Oztuzun, Alîkarên Hevşardaran Semra Guneş û Nasir Taş jî amade bûn.

AKEL BI JINAN RE FUTBOL LI CEWHERA XWE VEDIGERE

Li dû maçê Hevşaredar Gulîstan Akel lîstikvanên her du tîman pîroz kir û got, "Qada sporê ya hevgirtinê, ku heta roja îro ji wate û cewhera xwe dûr hat xistin, bi jinê re li cewhera xwe vedigere." Hevşaredar Akel diyar kir ku her aktîvîteya jin lê amade ye vediguhere şahiyê û got, "Ev rewş bi tena serê xwe bedew e. Ne sixêf ne jî nimayîşên gemarî. Şahiyeke ku mirov li temaşekirina wê şa dibin. Weke ku tê zanîn futbol qadeke sporê ya bi mejiyê mêr tê birêvebirin. Çawa ku jin li her qada jiyanê xwedî îdîa ye, di futbolê de jî xwedî îdîa ye. Lewma Batman Belediyespor û tîma futbolê ya jinê em dibêjin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

'EM Ê RENGÊ JINÊ BIDIN FUTBOLÊ'

Akel da xuyakirin ku gelekî watedar e lîstikvanan serketina ser diyarî Ozgecan Aslan kirine û got, "Ji bo xwedîderketina li ciwanan û kişandina ciwanan ji deverên nebaş em girîngiyê didin hemû beşên sporê. Yek ji van beşan jî futbol e. Ji bo em rengê jinê bidin futbolê, em têdikoşin."