TJKE nerazîbûn nîşanî êrîşa parlamenterên AKP’ê yên li dijî jinan da û got: “Em vê êrîşa li dijî parlamenterên me yên jin şermezar dikin. Parlamenterên HDP’ê lîstikek din jî xera kirin û em diyar dikin ku em bi wan re di nava piştevaniyê de ne.”
Tevgera Jinan a Kurd a Ewropayê (TJKE) der barê bûyera ku parlamenterên AKP’ê li meclîsê parlamenterên HDP’ê derb kiribûn de daxuyaniyek da.
ZÎHNIYETA DAIŞ’Ê
Di daxuyaniya li ser navê ‘zîhniyeta DAIŞ’ê li meclîsê destê xwe li jinê bilind kir’ de hat gotin ku rejîma faşîzan a AKP’ê di çarçoveya plana qedandina muxalefeta civakî de dixwaze pel jî nehêjin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Rejîma AKP’ê ya rehmetê li pêkanînên rejîma 12’ê Îlonê dixwîne, di dijminahiya jinê de jî çi ji destê wan tê dikin. Ji ser qirkirin, biyanîkirin û qelsbûnê hemû mekanîzmayên siyasetê bikar tînin û dixwazin derfetên desthilatdariyê feydeyê bigirin.
AKP êrîşa li kolan, cadeyan bikar tîne biriye meclisê jî. Hikûmet ber bi pozîsyonek Hîtlervarî ve diçe”
BERTEKA WAN A LI DIJÎ CÎNAYETÊ NE SAMIMÎ YE
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku fermandarên AKP’ê ku provokasyon û tehrîkê di civakê de zêde dikin, wek aktorên sereke yên şîdetê her tim di sahneyê de rola xwe dilîzin û got: “Ev rol modela bi pêşengiya Erdogan bi usluba biçûkxistin û kabadayîtiyê pêk tê. Ji ber xwedî mejiyekî muhafazakar e wisa naxive. Dixwaze jinan bike hedef û jiyanê bê jinê teşe bike. Ji ber vê êrîş dike.
Parlamenterên AKP’ê yên qetilkirina Ozgecan Aslan şermezar kirin, li meclîsê êrîşê parlamentera HDP’ê Sabahat Tuncel kirin û bi vê êrîşê samimiyeta wan derket holê.
LÎSTIKEK DIN JÎ XERA KIRIN
Di dawiya daxuyaniyê wiha hate gotin: “Em êrîşa li dijî parlamentera xwe ya jin şermezar dikin, ji ber ku parlamenterên HDP’ê lîstikek din jî xera kirin em bi wan re di nava piştevaniyê de ne. Em jin wê xwedî li kesên ku rastî heqaretên AKP’ê tên derkevin. Rêya herî baş jî ev e ku AKP di hilbijartinan, sindoqan de bê veşartin. Divê AKP li her derê bê teşhîrkirin û tecrîdkirin.”