Jin ji bo Ozgecan li qada ne

Li gelek bajaran jin bi armanca şermezarkirina qetilkirina Xwendekara Zanîngehê Ozgecan Aslan a ku li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê hate qetilkirin derketin qadan û xwestin kujer bên cezakirin.

Li gelek bajaran jin bi armanca şermezarkirina qetilkirina Xwendekara Zanîngehê Ozgecan Aslan a ku li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê hate qetilkirin derketin qadan û xwestin kujer bên cezakirin.

TETWAN

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê Meclîsa Jinan a KESK'ê ji bo Ozgecan Aslan a ku li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê hate qetilkirin meşa meşaleyî li dar xist û darbesta kefenê reş li ser dnîbûn hilgirtin. Jinên li Kolana Cumhuriyetê meşiyan li ber AVM'ê ya Tetwanê meşa xwe bi dawî kirin. Berdevka Demê ya Meclîsa Jinan a KESK'ê Fîlîz Akilçagi diyar kir ku berpirsiyarê qetilkirina Ozgecan dewlet e.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

WAN

Li navçeya Elbakê ya Wanê jî bi heman armancê jin li ber avahiya şaredariyê hatin cem hev. Jinan wêneyên Ozgecan hilgirtin û li ser navê jinan Civaknasa Şaredariyê Sezgîn Sadak axivî û wiha got: "Şîdeta zilam li her qada jiyanê belav bû û li hemberî vê yekê tu tedbîr nayên girtin. Li Tirkiyeyê her roj jin rastî şîdet, tacîz, tecawizê tên û tên qetilkirin. Dadgeh jî ji bo ceza kêm bikin di nava pêşbirkê de ne."

BEDLÎS

Hevşaredara Bedlîsê Nevîn Daşdemîr û xebatkarên jin jî bi heman armancê li ber şaredariyê daxuyanî dan çapemeniyê. Daşdemîr diyar kir ku di nava meha yekemîn a sala 2015'an de 37 jin hatin qertilkirin û wiha got: "Ji qatilan re daxistina rewşa baş, dixwazin taxrîkê û hincetên din cezayên kêm didin."

GURGUM

Li navçeya Elbîstanê ya Gurgumê jî bi heman armancê meşa hat lidarxistin. Bi sedan welatiyên piraniya wan jin li Garaja Gundê Demîrcîlîkê hatin cem hev û heya ber Cemxaneya li taxa Cumhuriyetê meşiyan. Di meşê de dirûşmên ''Jin jiyan azadi”, “Em ne di şînê, di îsyanê de ne", “Destên dirêjî jinan dibin bişkên" û “Qatilên Ozgecan dewleta zilam û şîdeta wê ye" hatin berzkirin. Di meşê de pankarta "Zilam dikuje û dewlet diparêze" hate vekirin. Endama Meclîsa HDP'ê Ayşe Nur Vaîzoglu li ber Cemxaneyê daxuyanî xwend û komkujiya li ser jinan şermezar kir.

AMED

Endamên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin ên Amedê jî bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinên li ber Edliyeya Amedê hatin cem hev daxuyanî dan çapemeniyê û malbata Emîne Boru a ku di meha kanûnê de ji aliyê hevserê wê ve hate kuştin jî tevlî daxuyaniyê bû. Di çalakiyê de pankarta "Çareseriya cînayetên jinan heye, dewlet gavên şênber bavêje" û wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin hilgirtin û dirûşmên "Em ê cînayetên jinan rawestînin" û "Teqez tenê nameşin" hatin berzkirin.

Li ser navê jinan Elîf Karci daxuyanî xwend û diyar kir ku ji sedî 47 jinên xwestin têkildarî jiyana xwe de biryarê bidin hatin qetilkirin. Karci anî ziman ku di nava sala 2014'an de 294 jin hatin qertilkirin û bûyera ji bo hemû jinan girîng cînayeta Ozgecan Aslan bû û wiha got: "Li tevahiya welat ji bo cînayetekî din wisa pêk neyê li ser piyan e."

LICÊ

Li navçeya Licê ya Amedê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Rêveberên DBP û HDP'ê yên navçeyê û Hevşaredara Licê Rezan Zugurlî li ber Navenda Jinan a Nujiyan hatin cem hev. Di çalakiyê de dowîzên "Ji tacîz, tecawiz û qirkirinê re na" û "Tecawiz sûcê mirovahiyê ye" hatin hilgirtin. Li ser navê jinan Yuksel Çaytaş axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê di demên dawî de li hemberî jinê şîdet, tecawiz û tacîz zêde bûn.