JIN
Hemû Nûçe
-
'Dostê mezin ê Suryaniyan Ocalan divê azad bibe'
Navenda Jinên Suryanî ya Federasyona Komeleyên Suryaniyan, bi wesîleya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. -
KJA: Newroza 2015'an wê bibe pêngava azadiyê û tifaqa gelan
KJA’yê, diyar kir ku Newroz ji aliyê jinên Kurd ve hatiye civakîkirin. -
Hat îdîakirin ku li Kopê jineke ciwan xwe kuştiye
Hat îdîakirin ku li gundê Memanî yê girêdayî Kopê jina ciwan Gozel Polat a 18 salî întîxar kiriye. -
Li hember şîdeta li dijî rojnamevanên jin kampanya
Nûçegihana ajansa DÎHA Zûhal Atlan, nûçegihana Bîanetê Beyza Kural û nûçegihana ETHA'yê Nûr Yuce dema nûçe dişopandin rastî tundiya kameramanê Star TV hatin. Ji bo rojnamegerên jin kampanyaya "#startvkadınlardanözürdile" hat destpêkirin. -
2 sal û 3 meh in hêzên li pişt komkujiyê nehatin aşkerakirin
Li ser qetilkirina yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez 2 sal û 3 meh derbas bûn. -
Ji Dayikên Aştiyê li hember gotinên Erdogan nerazîbûn
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyên yên Amedê bertek nîşanî gotinên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dan û diyar kirin ku tenê derdê Serokkomar bibe serok e. -
Hovîtiya DAIŞ’ê vegotin
Rojnameger Narîn Şemo tevli civîna ku FKÊ û Meclisa Jinên Êzidî pêk anîn bû û hovîtiya ku Êzidiyan jiyaye vegot. -
‘Li Çûkûrova di nav sê mehan de 21 jin hatin qetilkirin’
Platforma Jinan a Edeneyê bal kişand ser zêdebûna qetilkirinên li hember jinan û diyar kir ku di sala 2014’an de 294 jin hatine qetilkirin, ji meha Çile ya 2015’an heta niha li Çûkûrova 21 jin hatine qetilkirin. -
Ji Komîteya Kedê ya KJK’ê peyama sersaxiyê
Komîteya Kedê ya KJK’ê ji bo malbat û hevalên Rêvebera Şaxa Giştî ya Îş a hejmar 2 ya Amedê Remziye Yunce ku dema diçû Şirnexê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest. -
Komuna Jinan a Bîel damezrandina xwe îlan kir
Jinên li Bîelê hatin cem hev diyar kirin ku rêxistina ji herêmî esase û damezrandina Komuna Jinan a Bîel îlan kirin. -
TJKE wê aboriya alternatîf bi kooperatîfan ava bike
Jinên Kurd ên li Ewropayê di navbera 13-15’ê Adarê de li bajarê Venlo yê Hollanda di komxebata aboriya alternatîf de hatin gel hev. -
Li Amedê jinek hat kuştin
Li Amedê jinek di encama êrîşa bi kêr ya hevserê xwe de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
Ji CENÎ û KJAR ji bo Zeynep Celaliyan û girtiyên siyasî rêzeçalakî
CENÎ diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya ‘Azadî ji bo Zeynep Celaliyan û hemû girtiyên siyasî’ ya Buroya Aştiyê ya Jina Kurd CENÎ bi nûnertiya KJAR’ê ya Elmanyayê re ji bo agahdarkirina raya giştî wê çalakiyên hevpar bên lidarxistin. -
Li Amedê jinêk hat qetilkirin
Li Taxa Yeniyolê ya navçeya Peyasê ya Amedê jina bi navê Kiymet Hazar (60) ji aliyê hevserê xwe Halîl Hazar (65) ve hate qetilkirin. -
‘Şîdeta zilam, rêxistinbûna jin dike hedef’
Aktîvîsta KJA ya Wanê Dîcle Ornek diyar kir ku şîdeta li hember jinan a di demeke ku têkoşîna jinan pêş ketiye de pêk tê ne tesadûf e. -
Li Wanê Necmî Al ê bi çekê êrîşî jinekê kir rastî bertekan hat
Li Kolana Cumhuriyetê ya Wanê jina bi navê Necla Al rastî êrîşekî çekdar hat. Welatiyan Necmî Al ê êrîş kir girtin û xwestin lînc bikin û li ser vê yekê bûyer derketin. -
Ji bo Ivana Hoffmann bi hezaran kes dimeşin - BI DÎMEN
Ji bo şervana MLKP’ê Ivana Hoffman li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê ku merasîmek tê lidarxistin bi hezaran kes beşdar bûn, merasîm bi meşekê destpê kir. -
Dozgeriya Elman wê mirina Ivana Hoffmann lêkolîn bike!
Dozgeriya Duîsburgê der barê şervana MLKP’î Ivana Hoffmann (Avaşîn Tekoşîn Guneş) ku di 7’ê Adarê de li Tîl Temîr di êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest da, biryara vekirina lêpirsînê da -
Ji dadgeha Îngîlîz biryareke skandal
Li Îngîltereyê ji ber îxtîmala li hember DAIŞ’ê şer bike, jina ciwan a bi navê Şîlan Ozçelîk a 18 salî hat girtin. -
Jineolojî zemîneke hevpar a têkoşînê ye
Jineolojî têkoşînên civakî, derçûnên şoreşgerî, pê re dîroka têkoşîna jinan ji xwe re dike hîmekî bingehîn. Ji dîrokê heta roja îro dibe îfadeya zanist a têkoşîna jinan. Di heman demê de ji bo jinan dibe zemîneke hevpar a têkoşînê. -
TJKE ji bo meş û bîranîna Ivana Hoffmann bang kir
TJKE da xuyakirin ku Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da, di xeta azadiyê ya jinê de rizgariya hemû gelan esas girtiye û ji bo meşa li Dûîsbûrgê banga tevlîbûnê kir. -
KJK'ê banga lanetkirina Komkujiya Qamişlo kir
Koordînasyona KJK'ê di salvegera 11. de Komkujiya Qamişlo protesto kir û bang li gel kir ku lanet li komkujiyê bîne. Koordînasyonê destnîşan kir ku bersiva herî mezin a li komkujiyan yekîtî û bi vê yekîtiyê re avakirina jiyaneke nû ye. -
Li Tambovê pîrozbahiya 8'ê Adarê
Li navçeya Pervomaîskî ya herêma Tambov a Rûsyayê, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi çalakiyekê hat pîrozkirin. -
Jinên Ciwan ên Azad, 2. Konferansa xwe lidar dixin
Jinên Ciwan ên Azad bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku wê bi şiyara "Em bi ruhê Arînan jiyana rêxistinbûyî û azad ava bikin", di 14'ê Adarê de li bajarê Elmanya Kolnê konferansa xwe lidar bixin. -
Hoffman li Nisêbînê ji aliyê hezaran ve hate pêşwazîkirin
Jinan darbesta şervana MLKP’ê ya Elman Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) danîn ser milê xwe û ji Qamişloyê anîn Nisêbînê. Bi hezaran kesên ku Hoffmann pêşwazî kirin, anîn Qada Newrozê.