Dozgeriya Elman wê mirina Ivana Hoffmann lêkolîn bike!
Dozgeriya Duîsburgê der barê şervana MLKP’î Ivana Hoffmann (Avaşîn Tekoşîn Guneş) ku di 7’ê Adarê de li Tîl Temîr di êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest da, biryara vekirina lêpirsînê da
Dozgeriya Duîsburgê der barê şervana MLKP’î Ivana Hoffmann (Avaşîn Tekoşîn Guneş) ku di 7’ê Adarê de li Tîl Temîr di êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest da, biryara vekirina lêpirsînê da
Dozgeriya Duîsburgê der barê şervana MLKP’î Ivana Hoffmann (Avaşîn Tekoşîn Guneş) ku di 7’ê Adarê de li Tîl Temîr di êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest da, biryara vekirina lêpirsînê da. Dozgeriyê got ku wê ew lêkolîn bikin ku Hoffman çawa miriye.
Şervana MLKP’î Ivana Hoffmann (Avaşîn Tekoşîn Guneş) ku ji bajarê Duîsburg a Elmanyayê hat Kobanê û di 7’ê Adarê de di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Hoffmann îro piştî merasîma cenazeyê wê ligel leşkerên Artêşa Sor ên di berxwedana li dijî rejîma Naziyan Duyemîn Şerê Cîhanê de jiyana xwe ji dest dan de bê definkirin.
Dozgeriya Duîsburgê der barê mirina welatiya Elman Ivana Hoffmann a 19 salî de biryara lêpirsînê girt. Di daxuyaniya ku ji aliyê dozgeriyê hatiye kirin de hat gotin wê sedema mirina Hoffmann bê lêkolînkirin. Dozgeriyê got ku li gorî qanûnan welatiyên wan ên li derveyê welat dimirin, sedema mirina wan lêkolîn dikin.
Di vê navberê de jiyan û têkoşîna Hoffmann di çapemeniya Elman de bi berfirehî cih girt. Hat gotin ku ev yekem Elmana ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest daye.