Li hember şîdeta li dijî rojnamevanên jin kampanya

Nûçegihana ajansa DÎHA Zûhal Atlan, nûçegihana Bîanetê Beyza Kural û nûçegihana ETHA'yê Nûr Yuce dema nûçe dişopandin rastî tundiya kameramanê Star TV hatin. Ji bo rojnamegerên jin kampanyaya "#startvkadınlardanözürdile" hat destpêkirin.

Nûçegihana ajansa DÎHA Zûhal Atlan, nûçegihana Bîanetê Beyza Kural û nûçegihana ETHA'yê Nûr Yuce dema nûçe dişopandin rastî tundiya kameramanê Star TV hatin. Ji bo rojnamegerên jin li ser tora civakî kampanyaya "#startvkadınlardanözürdile" hat destpêkirin.

Nûçegihana ajansa DÎHA Zuhal Atlan, nûçegihana Bîanetê Beyza Kural û nûçegihana ETHA'yê Nûr Yuce dema nûçe dişopandin rastî tundiya fîzîkî û derûnî yê kameramanê Star TV hatin. Ji hêla Platforma Dijberê Zayendîparêz li ser tora civakî kampanyaya "#startvkadınlardanözürdile" hat destpêkirin. Li ser tora civakî ji rayedarên Star TV hat xwestin ku navê kameramanê xwe ji raya giştî re aşkera bike û ji ber tundiyê der barê wî de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.