Ji Komîteya Kedê ya KJK’ê peyama sersaxiyê

Komîteya Kedê ya KJK’ê ji bo malbat û hevalên Rêvebera Şaxa Giştî ya Îş a hejmar 2 ya Amedê Remziye Yunce ku dema diçû Şirnexê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest.

Komîteya Kedê ya KJK’ê ji bo malbat û hevalên Rêvebera Şaxa Giştî ya Îş a hejmar 2 ya Amedê Remziye Yunce ku dema diçû Şirnexê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest.

Komîteya Kedê ya KJK’ê ji bo Rêvebera Şaxa Îş ya Giştî ya Hejmar 2 a Amedê Remziye Yunce, peyama sersaxiyê weşand. Komîteya Kedê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku  rêxistibûnên sendîkal ên tên wateya pêşengiya avabûna civaka exlaqî polîtîk ku keda jinê dike civakî, di têkoşîn azadiya jinê de jî qadeke girîng a têkoşînê ye. Bi vê daxwaza xebat û hişmendiyê re têkoşîna jinên ku di van rêxistibûnên qadan de cih digirin ji bo pêşketina nasnameya jinê û paşdexistina zîhniyeta serdest a mêr seknek cidî ye.”

KJK’ê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Hevala Remziye Yunce ku di vê qadê de xebat dimeşand, 12’ê Adarê dema ji bo xebatê diçû Şirnexê qezaya trafîkê derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Em xemgiyan xwe tînin ziman û ji malbat û hevalên wê yên têkoşînê re sersaxiyê dixwazin. 

Hevala Remziye hewldan û kedek wê ya mezin di qada Kedê de çêbûye û di têkoşîna azadiyê de jî piştgiriya wê mezin e. Di têkoşîna sendîkal de jî bi reng, sekn û hestiyariya xwe her tim cudahiyek afirandiye. Em careke din ji malbat û hevalên wê re sersaxiyê diwazin û soza xwedîderketina li têkoşîna wê dubare dikin.”