Platforma Jinan a Edeneyê bal kişand ser zêdebûna qetilkirinên li hember jinan û diyar kir ku di sala 2014’an de 294 jin hatine qetilkirin, ji meha Çile ya 2015’an heta niha li Çûkûrova 21 jin hatine qetilkirin.
Aktîvîstên Platforma Jinan a Edeneyê, ji bo balê bikişînin ser qetilkirinên li hember jinan li Parka Înonu daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di çalakiyê de pankarta, “Em ji qatilên jinan re ne kêmbûna ceza; muebeta girankirî dixwazin” vekirin, dirûşmên “Qetilkirinên li hember jinan polîtîk in”, “Destên dirêjî jinan bibin bişkên” û “Em ne di nav xemê di nav îsyanê de ne” gotin. Li ser navê komê endama Platforma Jinan a Edeneyê Rahîme Çelîk got ku di sala 2014’an de 294 jin hatine qetilkirin, ji meha Çile heta niha li Çûkûrova 21 jin hatine qetilkirin.
Çelîk bal kişand ku ji ber polîtîkayên paşverû û yên jinê bê qîmet dikin qetilkirinên li hember jinan zêde dibin û got, “Di têkoşîna li hember şîdeta li dijî jinê de, bi tinehesibandina tevgera jinê re hûn nagihêjin ti deveran. Ked, beden nasname ya me ye. Heta zilam bikeve nav edaletê, nav edaleta rast wê têkoşîna me bidome.”
Daxuyanî bi dirûşma, “Destên dirêjî jinan bibe bişkên” bi dawî bû.