TJKE wê aboriya alternatîf bi kooperatîfan ava bike
Jinên Kurd ên li Ewropayê di navbera 13-15’ê Adarê de li bajarê Venlo yê Hollanda di komxebata aboriya alternatîf de hatin gel hev.
Jinên Kurd ên li Ewropayê di navbera 13-15’ê Adarê de li bajarê Venlo yê Hollanda di komxebata aboriya alternatîf de hatin gel hev.
Jinên Kurd ên li Ewropayê di navbera 13-15’ê Adarê de li bajarê Venlo yê Hollanda di komxebata aboriya alternatîf de hatin gel hev. Di komxebata bi serenava 'Hêvî di Vegera Çavkaniyê’ de ye, ji bo jinên Kurd ên li Ewropayê di dema pêşiya me de xebateke çawa ya aborî pêk bînin perspektîfeke bi hêz hat avakirin.
Weqfa Jinan a Azad a Navneteweyî (ÎFWF), Navenda Hatinagelhev a Jinan a Ûtamara, Weqfa Jinan a Helîn, Rojnameya Newaya Jin, Meclîsa Jinan a Fatoş Saglamgoz jî ku di nav xebatên amadekariyê de cih girtin, Di komxebata bi serenava 'Hêvî di Vegera Çavkaniyê’ de, ji Îngîltere, Swîsre, Belçîka, Elmanya, Hollanda û Fransa li ser navê meclîsên jinan 76 delege başdar bûn.
DI ABORIYÊ DE CUDATIYA KIRDE-BIRESER
Komxebat, 13’ê Adarê li Navenda Hatinagelhev a Jinan a Ûtamara bi axaftina Sûltan Oger hat destpêkirin. Rûniştina yekemîn, 14’ê Adarê bi serenava 'Bi avabûna şaristaniyê re dîroka dûrxistina jinê ji qada aboriyê' pêk hat. Rojnamevan Hacer Altûnsoy, diyar kir ku jin di civaka xwezayî de kirdeya aboriyê bû û ev mijar bi daneyên dîrokû û arkeolojîk vegot. Altûnsoy di axaftina xwe ev dîrok çawa hatiye berevajîkirin vegot.
DI DÎROKÊ DE LÊGERÎNÊN ABORİYA ALTERNATÎF
Piştî nîqaşan ku rûniştina duyemîn destpê kir, ji Navenda Hatinagelhev a Jinan a Ûtamara Sandra Creîl der barê tecrûbeyên di mijara lêgerîna aboriya alternatîf de derketine holê vegot. Creîl di tevgerên kooperatîfên Kibbutzlar, Kolhozlar û Mondragon de rêxistinbûneke çawa ya aborî heye vegot. Paşê akademîsyen Barbara Benedettî ya ji Îtalyayê hat tecrûbeyên tevgerên jin ên li Ewropayê ragihand.
PÎVANÊN ABORIYA KOMUNAL A DEMOKRATÎK Û QADÊN PÊKANÎNÊ
Di rûniştina 15’ê Adarê de endama TJKE Haskar Kirmizigul di rûniştina, “Em ê bikevin pêşbirkê yan em ê biafirînin” de axivî. Kirmizigul bal kişand ser kêmasî û şaşiyên di analîza aboriyê ya Marksîzmê de û got ku pêwîst e teoriyeke ked-nirx a aborî û civakê bi hev girêdide bê avakirin.
Lêkolîner û nivîskar Fîdan Yildirim jî, der barê qadên aboriya demokratîk lê pêk tê axivî. Yildirim anî ziman ku taybetiyên jinan ên di xwezaya wê de veşartî wê ji van lêgerînan re bibe bingeh, bi destpêkê bi cesaret di demeke kurt de wê encam bê girtin.
Delegeyên komxebatê di beşa du saetan a nîqaşan de, pirsgirêkên ku bi pratîkî dibe ku bi wan re rû bi rû werin, qadên pêkanînê de nêrîn û pêşniyarên xwe diyar kirin.
DANEZANA ENCAMÊ HAT WEŞANDIN
Komxebat piştî xwendina danezana encamê ya ji encama nîqaşên du rojan, bi dawî bû. Di danezana encamê de ev nuqte hatin destnîşankirin:
"Hêmaneke girîng a xebatên me yên rêxistinbûyîna xweser a jinê, ku em hewl didin li ser bingeha paradîgmaya civaka demokratîk-ekolojîk û azadîparêziya jinê ava bikin, qada aboriya alternatîf e. Weke jinên Kurdistanî, em dixwazin bi dîtina tecrûbeyên aboriya alternatîf ên li Ewropayê re, qada xwe ya hilberîna aboriyê biafirînin. Ji bo vê yekê, li gel meclîsên jinê û akademiyên jinê, hêmaneke din a girîng jî xebatên kooperatîfa jinê ye. Lewma divê em xwe hîn bêhtir perwerde bikin, derfetên li vê zemînê bikar bînin û bi nêzîkatiyeke wêrek, tecrûbeyên xwe yên pratîkî bi pêş bixînin. Zîhniyet û nêzîkatiya me ya bingehîn 'hevrikiya kapîtalîzmê, bidestxistina kareke zêde û qezençkirina pereyî zêde nîne' Ya girîng e ew ku modela aboriyê ya xwe dispêre piştevaniyê, hevkariya jinê ya bi awayekî komunal difikire, diafirîne û parve dike, were avakirin."