CENÎ diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya ‘Azadî ji bo Zeynep Celaliyan û hemû girtiyên siyasî’ ya Buroya Aştiyê ya Jina Kurd CENÎ bi nûnertiya KJAR’ê ya Elmanyayê re ji bo agahdarkirina raya giştî wê çalakiyên hevpar bên lidarxistin.
Buroya Aştiyê ya Jina Kurd CENÎ di daxuyaniya xwe de got ku di çarçoveya kampanyaya ‘Azadî ji bo Zeynep Celaliyan û hemû girtiyên siyasî’ ya Buroya Aştiyê ya Jina Kurd CENÎ bi nûnertiya KJAR’ê ya Elmanyayê re ji bo agahdarkirina raya giştî wê çalakiyên hevpar bên lidarxistin û got, “Li Elmanyayê bi giştî der barê balkişandina ser rewşa girtiyên azadiyê di kesayeta Zeynep Celaliyan xebatên enformasyonê ji aliyê CENÎ ve tên meşandin, ji çalakiyên 8’ê Adarê vir ve li hemû bajarên Elmanyayê bi giştî 25 hezar belavok hatin belav kirin.”
Daxuyanî wiha didome:
“Dîsa jî bi sazî û rêxistinên jinan ên Îranê û yên di mijara girtiyên siyasî ku li girtigehên Îranê tên girtin, rastî êşkence tên û bi tehlûkeya darvekirinê rû bi rû ne, hewldana meşandina xebatên hevbeş tên kirin.
Bi nûnertiya Komelgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistan (KJAR)’ê re ya Elmanyayê wê di roja 19.03.2015’an li bajarên Hamburg, Dresden, Koln, Frankfurt û Bîelefeld standên enformasyonê ji bo raya giştî bên vekirin û belavok û dosyayên enformasyonê der barê rewşa Zeynep Celaliyan bên belavkirin.
Di heman rojê de wê li gelek bajarên Skandinavyayê çalakiyên hemwext bên lidarxistin.
CENÎ û KJAR li Elmanyayê wê xebatên xwe li ser vê bingehê bi awayekî xurttir û berfirehtir bide meşandin.”