Hovîtiya DAIŞ’ê vegotin
Rojnameger Narîn Şemo tevli civîna ku FKÊ û Meclisa Jinên Êzidî pêk anîn bû û hovîtiya ku Êzidiyan jiyaye vegot.
Rojnameger Narîn Şemo tevli civîna ku FKÊ û Meclisa Jinên Êzidî pêk anîn bû û hovîtiya ku Êzidiyan jiyaye vegot.
Rojnameger Şemo tevli civîna ku FKÊ û Meclisa Jinên Êzidî pêk anîn bû û hovîtiya ku Êzidiyan ijyan vegot. Şemo da zanîn ku zarokekî ku ji destê DAIŞ’ê reviyabû, ji bo ku DAIŞ pêşî li bigire ku kes nerevin serê wî jêkirine û wêneyên wî nîşanê kesên dine û tehdîda emê li we wisa bikin, dikirin.
Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Meclisa Jinên ÊzidÎ, li Rosa Luxemburg Stiftung civÎnek pêk anîn.
Rojnameger Narîn Şemo ku ji Başurê Kurdistanê tevli civînê bû, serokê Êzidiyan a Berlînê Yilmaz Guney û gelek rojnameger tevli bûn.
GOTINêN ZAROKÊN JI DESTÊ DAIŞ’Ê REVIYAN
Narîn Şemo di civînê de axivî û hovîtiya ku Kurdên Êzidî jiyan vegot. Şemo da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê zexta ‘an hunê bibin musliman an jî hunê bimrin’ kirine û bi zarokekî ku ji destê DAIŞ’ê reviyaye roportaj kiriye. Şemo got: “DAIŞ derman dida me û em sibehê saet di 05.00’an de şiyar dikirin, me nimêj dikir. Ji bo pêşî li reva me bigirin serê mirovên ku jêkiribûn nîşanê me didan. Em tehdîd dikirin.
Şemo diyar kir ku DAIŞ’ê keçên biçûk wek kole bikardianî û yê mezin jî li bazaran difirotin.