Li Amedê jinêk hat qetilkirin

Li Taxa Yeniyolê ya navçeya Peyasê ya Amedê jina bi navê Kiymet Hazar (60) ji aliyê hevserê xwe Halîl Hazar (65) ve hate qetilkirin.

Li Taxa Yeniyolê ya navçeya Peyasê ya Amedê jina bi navê Kiymet Hazar (60) ji aliyê hevserê xwe Halîl Hazar (65) ve hate qetilkirin.

Li qetilkirinen li dijî jinan her roj yek din zêde dibe. Li Taxa Yeniyolê ya navçeya Peyasê ya Amedê jina bi navê Kiymet Hazar ji aliyê hevserê xwe Halîl Hazar ve bi darên kêrê hat qetilkirin. Hat îdîakirin ku pirsgirêkên derûnî yên Hazar hene. Hate îdîakirin ku Halîl Hazar piştî hevsera Kiymet Hazar bi kêrê qetil dike, li birayê xwe digere û diçe polîs teslîm dibe. Cenazeyê Kiymet Hazar jî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyubî ya Amedê. Hat diyarkirin ku piştî karên otopsiyê wê cenaze li Mizgefta Goristana Yenîkoyê bê definkirin.