Komuna Jinan a Bîel damezrandina xwe îlan kir
Jinên li Bîelê hatin cem hev diyar kirin ku rêxistina ji herêmî esase û damezrandina Komuna Jinan a Bîel îlan kirin.

Jinên bi salane li bajarê Bîel a Swîsreyê xebatan dimeşînin diyar kirin ku rêxistinbûna ji herêmî esase û biryara komunbûnê girtin. Jinan li Navenda Civaka Kurd a Bîel civînek pêk anîn û di pêvajoya siyasî ya jin têde derbas dibin nirxandin.
Di civînê de nîqaşên ku xebatek çawa zêdetir daneyan bide hat kirin û di encama nîqaşên hatin meşandin de damezarandina Komuna Jinan a Bîel îlan kirin.
Jinan rêziknameya komunê xwendinû qebûl kirin, piştre di bin Komuna Jinan a Bîelê de xebat wê di bin navê komîsyonên Perwerde, Çand, Rêxistinbûn, Jinên ciwan, rêxistinbûn û malbatên Şehîdan de bên meşandin.
Ji bo berdevkiya Komuna Jinan a Bîelê Gulîstan Înanç û Xanê Guzel hat hilbijartin.