Hoffman li Nisêbînê ji aliyê hezaran ve hate pêşwazîkirin
Jinan darbesta şervana MLKP’ê ya Elman Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) danîn ser milê xwe û ji Qamişloyê anîn Nisêbînê. Bi hezaran kesên ku Hoffmann pêşwazî kirin, anîn Qada Newrozê.
Jinan darbesta şervana MLKP’ê ya Elman Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) danîn ser milê xwe û ji Qamişloyê anîn Nisêbînê. Bi hezaran kesên ku Hoffmann pêşwazî kirin, anîn Qada Newrozê.
Jinan darbesta şervana MLKP’ê ya Elman Ivana Hoffmann (Avaşîn Têkoşîn Guneş) a ku li Rojava jiyana xwe ji dest da, danîn ser milê xwe û ji Qamişloyê anîn Nisêbînê. Bi hezaran kesên ku Hoffmann pêşwazî kirin, anîn Qada Newrozê.
Îro tevî malbat û hevalên wê ji bo girtina cenazeyê şervana MLKP’ê Ivana Hoffmann a Elman ku di berxwedana Rojava ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, hate Mêrdînê.
Piştre malbata Hoffmann,Alîkara Hevseroka ESP’ê Fethiye Ok û rêveberên ESP, HDP û MEYA-DER’ê û malbata Oguz Saruhan ê ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dan çûn Deriyê Sînor ê Kobanê.
Şervanên YPJ/YPG’ê cenazeyê Hoffman anîn deriyê sînor. Vê carê jî peywirdarên deriyê sînor bi hinceta ewraqên fermî tine ne, destûr nedan. Piştî gotûbêjên dirêj û navbeynkariya parlamenterên HDP’ê destûr hat dayin ku cenaze bînin Nisêbînê.
Li vê derê şervanên YPG’ê merasîmeke leşkerî li dar xistin. Piştre cenaze gel darbesta Hoffmann danîn ser milê xwe.
Jinan darbesta Ivana Hoffmann anîn ser sînor û ji deriyê sînor girtin.
LI QAMIŞLOYÊ MERASÎMA LEŞKERÎ
Bi beşdariya gelê Qamişloyê ji bo Hoffman merasîmeke leşkerî li dar xisitn û piştre ber bi Nisêbînê ve hate birêkirin.
Li qada merasîmê wêneyên şehîdên Rojava, alên PKK, YPG/YPJ, şehîdên Kobanê Arîn Mîrxan û Sîbel Bûlût hatin hilgirtin û di merasîmê de dirûşmên “Arîn Mîrxan û Sîbel Bûlût nîşan didin ku li Rojava şoreş heye.”
Di merasîma bi rêzgirtinê destpê kir de dirûşmên ,“Şehîdên şoreşê nemir in” û “Şehîd namirin” qîriyan. Piştî rêzgirtinê 21 gule hatin berdan.
Li ser navê MLKP KKO Rojava Viyan Îsyan axivî. Îsyan got: “Ew ne Kurd bû, lê berê xwe daye şoreşê. Vê şoreşê weke şoreşa xwe dît. Digot, ez keyfxweş im ku di nava vê şoreşê de cihê xwe digirim.” Piştî axaftina Viyan Îsyan a têkildarî jiyana Hoffmannê, şervanên MLKP KKO darbesta Hoffmannê danîn ser milê xwe û bi rê kirin.
Bi karwanekî gihiştin ber deriyê sînor. Cenazeyê bi alên YPG, YPJ û MLKP hatibû xemilandin anîn Nisêbînê.
JINAN DARBEST HILGIRTIN
Jinan cenazeyê Hoffman danîn ser milê xwe û ber bi rê ketin. Gelê ku li ber deriyê sînor li hev kom bû, ber bi Qada Newrozê ve dest bi meşê kirin. Bi hezaran kesên tevlî meşê bûn dirûşimên “Bijî PKK, yaşasin MLKP” û “Hevala Ivana nemir e” qîriyan.
EM SERBILIND IN
Serokê MEYA-DER’a Mêrdînê Abdullatîf Tabar û Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya Aktaş axivî û diyar kirin ku ew bi wê yekê ser bilind in ku şervaneke enternasyolanlîst hatiye Rojava û ji bo parastina şoreşê têdikoşe.
LI PEY XEYALÊN XWE MEŞIYA
Alîkara Hevseroka ESP’ê Fethiye Ok axivî û got: “Ew şervana azadiyê bû. Ji bo pêkanîna xeyalên xwe hate Rojava. Li pey xeyalên xwe çû.
Ok şervanên Kobanê bibîr anî û got: “Ji bo vê şoreşê Sarya, Arîn, Ivanayan şehîd ketin. Ger şoreşa Rojava tê pîrozkirin, bi xêra van berdêlan e.”
Piştre hevala Hoffmann, xebatkara Young Struggle axiftinek kir û got: “Ti gerîlayeke dilê wê tijî hêvî û hezkirin bû. Bila her tim wisa bimîne. Yekem şehîda enternasyolîst a Rojava ye. Ji ber ku ez hevala te ya têkoşînê me ez gelek serbilind im. Em bibin ti.”
Piştre nameya Hoffmann beriya biçe Rojava ji bo hevalên xwe nivîsandibû hate xwendin.
Piştre cenazeyê Hoffmann ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.